Emîne Şenyaşar: Hûn çima Halîl diparêzin?

  • 16:03 25 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku li ber Wezareta Edaletê nobeda xwe didomîne, ji polîsên ku xwestin heyeteke biyanî ya hatiye piştevaniyê asteng bikin re got, "Hûn çima Xelo (Halîl) diparêzin?"
 
Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê ji aliyê xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê y berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsa Rihayê hatin qetilkirin û kurê wê yê ji êrîşê bi birîndarî xilas bû parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Nobeda Edaletê ya ku li Rihayê dabûn destpêkirin di roja 848'an de birin Enqereyê û li wê di roja 32'yan de dewam dikin.
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku bi kursiya bi teker û di dest  wan de dowîza "Edalet" çûn Wezareta Dadê, di roja 32'yan a çalakiya xwe de bi hinceta "Wezîr li dervê başjêr e" negiritn wezaretê û Ambargoya çapemeniyê ya li ser malbata Şenyaşar jî qat bi qat dewam kir.  Girtina dîmenan a rojnamegeran ji meclîsê wêde hat astengkirin. 
 
Polîsan nehiştin welatî nêz bibin
 
Emîne Şenyaşar dîsa li ber deriyê wezareta girtî daxwaza edaletê kir. Emîneyê bi lorandina xwe re wiha got: “We malbata min qedan bila malbata we jî biqed.  Wê çi dilê min hênik bike, we çek danî ser canê min û we gule berda." Welatiyê ku xwest bê cem Emîneya digirî polîsan xwestin asteng bikin. Emîne Şenyaşar jî ji polîsan re got,  "Kurê min li ku ye, hûn çima wan nagirin? Çima hûn Xelo (Halîl) dparêzin? Çima hûn li dora me kom dibin?”
 
Malbat piştî çalakiyê vegeriya Meclisê.