Sûltan Ozcan namzeta hevserokatiya giştî ya HDP'ê ye

  • 14:28 25 Tebax 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - HDP kongreya xwe ya awarte li dar dixe. Hat zanîn ku Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak bûne namzetên hevserokatiya HDP’ê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê Kongreya xwe ya Awarte di 27’ê tebaxê de roja yekşemê li Navenda Bazirganiyê ya Dunya ya li Enqereyê li dar bixe. Hûrguliyên kongreyê jî diyar bûn. Her wiha di kongreyê de dê rêzikname jî were guhertin û hejmara Meclisa Partiyê dê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê endamên Meclisa Partiyê ku niha 100 kes in dê dakeve 50 kesî. Wê kongre ji çapemeniyê re vekirî be û hevserokên heyî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî dê di kongreyê de amade bin. 
 
Li aliyê din hat zanîn ku endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Sûltan Ozcan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak bûne namzetên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê.