Yekîtiya Ragihandina Jinan êrişa li dijî kedkarên Jin TV'yê şermezar kir

  • 09:27 24 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jinan têkildarî êrişa li dijî kedkarên Jin TV'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Siyasetên dewleta tirk a dagirker careke din eşkere bû ku li dijî azadiya jinan e. Lê jinan rola xwe di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. Heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin. Ev êriş, ji bo têkbirina destkeftiyên jinan e."
 
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li erebeyeke rojnamevanan da. Di encamê de karmendekî Jin TV'yê yê bi navê Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest dabû û nûçegihanek birîndar bû.
 
Der barê êrişê de Yekîtiya Ragihandina Jinan bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û got: "Siyaseta dewleta tirk a dagirker careke din eşkere bû ku li dijî azadiya jinan e. Lê jinan rola xwe di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. Heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin. Ev êriş, ji bo têkbirina destkeftiyên jinan û herêmê ye ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin.
 
Em vê êrişê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Necmedîn Feysel re dixwazin. Her wiha şifeyê ji hevala xwe Delîle re dixwazin.
 
Em careke din soz didin tevahî rojnamevan ên di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda krine ku rêya wan berdewam bikin ta ku armancên wan pêk tên û tevahî sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelên eşkere bikin.
 
Em bang li dezgehên çapemeniyê dikin ku sûc û komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker pêk tîne ragihînin cîhanê heta ku hesab jê were pirsîn."