ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:01 24 Tebax 2023
  • Rojev
 
* Muzeyyen Demîr û Melîha Başkale li gundê Qîzlalê yê Navçeya Farqînê ya Amedê karê titûnê dikin. Muzeyyen Demîr a ku 40 sal in vî karî dike wiha got: "Em her roj saet ji 04.00'an de diçin ser zeviyê titûnê û heta saet 11.00'an an jî 12.00'an em li wir dimînin."
DÎMEN HEYE
 
*Bi pêşengiya Tevgera Jinên Sosyalîst û Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepeyê wê 2'yemîn Kampa Havînê ya Jinan bê lidarxistin û jin dê li vir li ser nexşerêya xwe û rewşa jinan a îro bisekin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Kadikoyê ji mîkrofona me re behsa qetlîama xwezayê ya ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên hikûmetê pêk pêk tê kirin. Jinan diyar kirin ku di navbera têkoşeran de pêwendiyek tune ye û bertekên xwe yên li hemberî qirkirin xwezayê bi gotina, "Yên ku daran dibirin bila bi hesreta siya daran bimînin." 
 
*Li Licê ya ku qeyûm tayînî şaredariya wê hat kirin welatiyan gilî gazinan ji qeyûm dikin. Ji ber av dibire loma jî welatî mecbûrî ava bîrê tê hiştin. Welatî ji ber kanalîzasyonên vekirî tên hiştin, birîna avê, rêyên xirabe bertekê nîşan didin. DÎMEN HEYE