Kongra Star êrişa li dijî nûçegihanên Jin TV'yê şermezar kir

  • 08:52 24 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Kongra Star têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk a li dijî wesayîta JIN TV'yê ku di encamê de karmendekî jiyana xwe ji dest dabû û nûçegihanek birîndar bû, daxuyaniyek da û got: "Em hedefgirtina zarok, jinan û rojnamevanan ku dengê heqîqetê ne, şermezar dikin û bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember vê êrişê erk û berpirsyariyên xwe bînin cih."
 
Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî hedefgirtina wesayîteke rojnamevanan li nêzî xaçrêya gundê Til Şirî li ser rêya Amûdê-Qamişlo, daxuyaniyek da.
 
Daxuyaniya meclisê wiha ye;
 
"Bênavber şerê qirkirinê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li dijî hebûn u îradeya jin û gelê Kurd, bi taybet li dijî hebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî dewam dike.
 
Bêyî ku zagon û rêgezên mafê mrovan esas bigire, şerekî bê exlaq li dijî gelê Kurd dike.
 
Di her dem û kêliyê de şoreşa Rojava weke dijminê xwe diyar kiriye û li ser vê bingehê wek temamkirina gefên xwe bi her şêwazan êrişên xwe pêk tîne. Di nava deh salan de istiqrar, aramî, jiyana jin, zarok, mêr û xwezaya herêmê di nava metirsiyê de dihêle.
 
Ji destekdayîna komên terorê û li dijî mirovahiyê di her kêliyê de komkujî pêk anîn û hêjî ev kiryar didomin. Ji dagirkirina gelek herêman û koçkirina gelê wê bi darê zorê ji bo pêkanûna armancên xwe yên guhertina demografiyê, ji xirabkirina xwezayê, qutkirina dar û avê li ser herêmê, hedefgirtina pêşeng û rêveberên jiyana azad bi rê û rêbazên qirêj û bê exlaq, ev tevahî sûc hîna li ber çavên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berdewam in. Îro jî piştî danê nîvro wek berdewamiya van êrişan careke din û bi rêya dronan êriş li kadroyên JIN TV'yê hat kirin.
 
Bi vê êrişa tirsonek û bêpîvan ku sivilan û nûçegihana ji ber şopandin û ragihandin û eşkerekirina van gefan bi şev û roj li ser piyan in, kirin armanc. Li gorî zagonên cîhanê nabe kadroyên ragihandinê bên hedefgirtin. Lê ji ber ku dewleta tirk bala cîhanê  nakişîne ser teror û kiriyarên xwe yên dermirovî, ev êrişa tirsonek li dijî endamên ragihandinê pêk anî.
 
Em hedefgirtina jin, zarok û kadroyên ragihandinê ku dengê heqîqetê ne, şermezar dikin. Em dengê xwe digihînîn tevahiya saziyên mafê mirovan ên ku bi navê parastina mirovan xwe bi nav dikin û pênase dikin, ku xwe nebihîstî û nedîtî nekin dest, bi erka xwe ya mirovane rabin."