Nobeda malbata Şenyaşar a li ber wezaretê didome

  • 16:01 23 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Malbata Şenyaşar a di Nobeda Edaletê ya Enqereyê de mehek li pey xwe hişt, 30 rojin bi gotina 'Wezîr nîne' yan jî 'Wezîr di hevdîtinê de ye' li Wezareta Dadê nehat qebûlkirin.
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Wekîlê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar nobeda Edaletê ya ku di roja 846'an de birin Enqereyê 30 roj li pey xwe hişt. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji Deriyê Meclisa Dîkmenê heta Wezareta Edaletê meşiyan, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê carnan bi peyatî û carna jî bi kursiya bi teker di destê wan de pankarta "Edalet" hebû bi hinceta yan "Wezrî tune ye" û an jî "Wezîr di civînê de ye"  30 roj in nagirin avahiya wezaretê.
 
Malbata Şenyaşar 30 rojin li ber Wezaretê nobeda xwe didomînin.