Baroya Amedê çû serdana DFG’ê

  • 13:47 23 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Baroya Amedê çû serdana DFG’ê û bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî. 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber a Baroyê çû serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG). Şande, ji hêla Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û endamên Lijneya Rêveber ve hate pêşwazîkirin. 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di serdanê de axivî, derheqê îdianameyên rojnamegeran de agahî girt û got ku dê piştevaniya wan a bi rojnamegeran re her tim bidome. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û da zanîn ku tevî her cureyên zextan jî rojnameger têkoşîna xwe ya nivîsandina heqîqetê didomînin.