Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan

  • 23:01 22 Tebax 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Wanê, di vegerê de qeza kirin. Di qezayê de Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Ozçelîk û kurê Perîşan Ozçelîkê Cîhan Ozçelîk jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Colemêrg û navçeyên wê Dayikên Aştiyê jî di nav de 23 kes di 15'ê Tebaxê de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ên di dema avêtina ser malan de ne li mal bûn, ji bo îfadeyê tevî parêzerên xwe Erdal Safali û Cîhan Ozçelîk çûn Wanê. Lê ji ber ku dozger ne li cihê xwe bû, vegeriyan Geverê. Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê qeza kirin. Her 2 Dayikên Aştiyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û parêzer Erdal Safali û Cîhan Akçelîk (kurê Perîşan Çelîkê) yên bi giran birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. 
 
Ji birîndaran Parêzer Cîhan Akçelîk berî ku bigihê nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û Parêzer Erdal Safali jî rakirina beşa awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
 
Adalet Safali ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da li gundê Memkavayê hat definkirin û dê Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jî sibê saet di 09.00'an de li gundê Yarinşahê bên definkirin.