'Divê demildest esareta Emel Çîftçî ya fizîkî bi dawî bibe! '

  • 16:46 22 Tebax 2023
  • Rojane
 
STENBOL - NÇM’ê girtina muzîkjena kurd Emel Çîftçî ku tedawiya wê nexweşiya penceşêrê nîvco ma şermezar kir û xwest Emel demildest bê berdan. 
 
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) têkildarî girtina muzîkjena kurd Emel Çîftçî ya ku tedawiya wê ya penceşêrê nîvco ma, daxuyaniyek nivîskî belav kir. 
 
Daxuyaniya NÇM’ê ya derbarê Emelê de wiha ye: 
 
“Hêza siyasî ya ku bi polîtakayên demdemî hewl dide dijminatiya xwe ya li dijî nasname, çand, ziman û hunera kurd veşêre, di her firseta ku dibîne de êrişî hebûn û têkoşîna me dike. Di heman dozê de girtina muzîkjena kurd Emel Çîftçî duh li Amedê hat binçavkirin, mînaka van êrişa ye. Hema bêje her roj em dibînin ku hunermendek kurd tê binçavkirin, derbarê wê/î de lêpirsîn tê destpêkirin, xebata wê/î yên hunerî tên astengkirin û tê girtin. 
 
Ne tesadûf e ku kesên ji bo çand û hunera kurdî dixebitin bi vê rewşê re rû bi rû dimînin. Ew dizanin ku gel tenê bi çanda xwe heye. Ji ber vê yekê jî bi armanca biryara girtina muzîkjen Emel Çîftçî ji kolekirina nasnameya jina kurd a azad û domandina polîtîkaya qirkirina çandî tê hedefkirin. Îro erka hemû hunermendan ew e ku bi tu awayî teslîmî van êrişan nebin. Em bang li hemû heval û hogirên xwe û dostên xwe yên ku ked dane çand û hunera kurdî dikin ku deng bidin dengê me. 
 
Divê demildest esareta Emel Çîftçî ya fizîkî bi dawî bibe!”