Rojnamevan Derya Ren: Nameyên me desteser dikin

  • 15:07 22 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Nûçegihana me Derya Ren a di girtîgehê de ye, diyar kir ku dema ew hewl didin der barê pirsgirêkên xwe de ji saziyan re nameye bişîne, nameyên wan bi hinceta ku îtîbara girtîgehê dikeve xeterê tên desteserkirin.
 
Nûçegihana me Derya Ren a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ye, bi rêya parêzerê xwe pirsgirêkên li girtîgehê vegotin.
 
Derya diyar kir ku li girtîgehê heqê posteyê ji 28 lîreyan bû 37 lîre û di bihakirina duyemîn de jî bû 42 lîre. Derya, da zanîn ku ji ber vê sedemê nivîsandina nameyan li girtîgehê zehmet bûye û wiha got: “Me ji OHD, ÎHD û Baroya Amedê re name nivîsand ku hem vê rewşê hem jî rewşa xwe ya giştî ragihînin. Nameyên ku me nivîsandine, bi hinceta ku zerarê dide îtîbara girtîgehê, hatin desteserkirin” û ji rojnameger û raya giştî xwest ku dengê wan bidin bihîstin.