ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 22 Tebax 2023
  • Rojev
*Melek Turay a ku wek xwezaparêzekê 30 sal in karê kulîlkfiroşiyê dike, derbarê şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî û talankirina xwezaya Kurdistanê de wiha got: "Xwedê avekê li vî agirî bike. Gelê me bindest û feqîr e, bila destên xwe bi daran nedin. Tunebûna xwezayê, tunebûna mirov e. Li dijî êrişa li ser xwezayê em ê xwezayê biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Mamoste Nûjîn Kara têkildarî rêzeçalakî û xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Wargeha Mexmûrê diyar kir ku Abdullah Ocalan îradeya gelê kurd e û wiha got:”Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.”  DÎMEN HEYE
 
*Gelek caran tê nîqaşkirin ku erdhej wê li ku pêk bên, çiqas xurt bin û wê bandoreke çawa bikin. Lêbelê, nayê nîqaşkirin ku di dema erdhejê de dê madeyên xeternak bibin sedema çi. Şêwirmenda Ewlehiya Madeyên Xeternak (TMGD) Candan Goz, diyar kir ku li Bursayê Tesîsên Pîşesaziyê û cihên niştecihbûnê di nava hev de ne û ew hişyarî da, "Em li kêleka bombeyê dijîn." DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedaran diyar kirin ku Kurdistan di her qadê de dibe hedef û gotin welatiyên li vir dijîn bi binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin. Her wiha hat gotin Kurdistan bi operasyon û talankirina xwezayê hatiye dorpêçkirin! DÎMEN HEYE