KJAR’ê derbarê siyasetê de belavokek belav kir

  • 15:17 21 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Lêkolînê ya Komeleya Jinên Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê bi ser navê ‘Beşdarbûna jinan di siyasetê de, mîsogeriya civaka demokratîk e’ belavokek belav kir.
 
Komîteya Lêkolînê ya Komeleya Jinên Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi ser navê ‘Beşdarbûna jinan di siyasetê de, mîsogeriya civaka emokratîke’ belavokek belavkir.
 
Di belavokê de bi jinên pêşeng ên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê re, derbarê girîngiya şoreşa jinan û tevlîbûna jinan ya di siyasetê de hevpeyvîn hatine kirin.
 
Her wiha di belavokê de behsa şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û famkirina şoreşa wê hatiye kirin. KJAR’ê derbarê girîngiya belavokê de dibêje; “Gelên Îranê carek din ispatkirin ku siyaset bê civakê nabe. Eger siyaset ji bo civakê xuliqandinek baş, rast û ciwan be, wê ew civak baş bizane çawa siyasetê bike.”