Emîne Şenyaşar têkoşîna xwe didomîne

  • 14:44 21 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ji bo du kur û hevjînê xwe yên hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya dabû destpêkirin li Enqereyê di roja 28'an de dewam dike, dîsa negirtin Wezareta Dadê.
 
Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin, Nobeda Edaletê ya ku ji Rihayê biribûn Enqereyê di roja 28'an de berdewam dike. Emîneya ku bi tabelaya "Edalet" di destê wê de li ber Wezareta Dadê bû, xwest kesên ku hevjîn û 2 kurên wê qetil kirine di roja 28'an a nobedê de bên darizandin û kurê wê Fadil Şenyaşar jî bê berdan.  Emîne weke her carê îro jî negirtin Wezareta Dadê.
 
Polîsên Wezareta Dadê hewl dan Emîneyê li ber wezaretê nehêlin û heta Meclîsê şopandin.