Malbata Fecriye Benek qeza kir

  • 12:50 21 Tebax 2023
  • Rojane
 
MELETÎ - Malbata Fecriye Benek a girtî dema ji bo hevdîtinê diçû Gîrtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M'yê li ser rêya Meletiyê qeza kir. 
 
Malbata Fecriye Benek a li Girtîgaha Baybûrtê ya Tîpa M'yê tê ragirtin dema ku ji bo hevdîtinê diçû Baybûrtê, li ser reya Meletiyê qaza kir. Qaza li ser Kolana Îpekê pêk hat û hat zanîn ku wesayîta ji hember ve dihat û ya malbatê li hev qelibîn û qeza pêk hat. Di encama qezayê de xwişkên Fecriye Benek, Emîne Ozgur û Meryem Benek birîndar bûn. 
 
Her du xwişk rakirin nexweşxaneyeke taybet, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin û vegeriyan Mêrsînê.