Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê derket

  • 09:57 21 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê ku heftane tê derxistin vê hefteyê bi hejmara 192'yan li pêşberî xunerên xwe ye. 
 
Hejmara 192’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji zikreşiyê îxanet dibare” derket. Rojnameyê di manşeta xwe de cih daye êrîşên artêşa Tirk ên li başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya di van êrîşan de. Der barê mijarê de bi rojnameger Azîz Koyluoglû re hevpeyvîn hatiye kirin. 
 
Di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye nûçeya ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû re hatiye çêkirin. 
 
Di rûpelê 3’yan de jî bi Hevserokên nû yên MEBYA-DER’a Amedê re nûçeyek hatiye çêkirin. Her du hevserok xebatên xwe vedibêjin û agahî didin ku wê di demên pêş de konferansekê li dar bixin. 
 
Dîsa di heman rûpelî de der barê sercerdevanê ku sala borî li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şivanê bi navê Mûsa Çelîk kuştibû û beriya demekê hatibû berdan de jî nûçeyek hatiye çêkirin, di nûçeyê de bi parêzer û malbata Çelîk re hatiye axaftin.  
 
Di rûpelê kirmanckî yê rojnameyê de ji Osmaniyan heta niha dîroka weqf û komeleyên olî yên di bin kontrola dewletê de hatiye nirxandin û çanda destdirêjiyê ku di wan de hatiye pêşxistin hatiye vegotin. 
 
Her wiha Peymana Lozanê û pêngava 15’ê Tebaxê jî mijara rojnameyê ne.