Çalakiya Şermezarkirinê ya HDP'ê hat astengkirin

  • 20:34 20 Tebax 2023
  • Rojane
EDENE - Rêveberên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk ên Edeneyê xwestin hewldana êrişa li dijî avahiya xwe şermezar bikin. Polîsan bi hinceta “ewlehiyê” daxuyanî asteng kir.
 
Jina bi navê A.C., 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn danî ber deriyê avahiya hevpar a rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk a li ser Kolana Cemal Gursel a navçeya Seyhan a Edeneyê û hewl da êriş bike. Rêveberên partiyan ew jin zeft kirin û teslîmî polîsan kirin.
 
Endam û rêveberên her du partiyan xwestin li ber Parka Înonuyê di saetên berêvarê de daxuyanıyê bidin. Polîsan destûr neda ku rêveberên partiyan daxuyanî bidin û asteng kirin. Polîsan hinceta astengkirinê jî “ewlehî” nîşan da.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku tu eleqeya astengkirinê bi ewlehiyê re nîne û got: “Divê we ev barîkat ne li pêşiya me we li pêşiya êrişkaran ava bikira.” 
 
Girseya ku li der û dora avahiya partiyan kom bûbûn jî bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî hewldana êrişê û astengiya polîsan dan. Polîsan êrişî girseyê kir û ew dorpêç kir.