Ciwanên Partıya Çep a Kesk li Stenbol û Edenê çalakî kirin

  • 19:43 20 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN –Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk ku li Stenbol û Edeneyê çalakî li dar xist, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Meclisa Ciwanan Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk bi dirûşma "Li dijî polîtîkayên şerê taybet berxwedaneke bi rûmet" li Qada Vehewandinê ya Îmrahor a Arnavutkoyê çû seyranö. Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz, rêveberên Partiya Çep a Kesk û HDP'ê û gelek welatî tevlî bûn.
 
Li qadê pankarta “Li dıjî şerê taybet tekoşînek bi heybet” hat daliqandin, piştî taştê ciwan û jinan li ber stranên Kurdî govend gerandin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Endama Meclîsa Ciwanên Partiya Çep a Kesk Rumeysa Bozkurt li vir axivî, bal kişand ser girîngiya kampanyaya ku dest pê kirine û diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet dixwaze ciwanan bixe xefika tiryak, fuhûş û sîxuriyê. Rumeysayê destnîşan kir ku ew ê bi xebatên ku dê di çarçoveya kampanyayê de pêk bînin van polîtîkayên şerê taybet pûç bikin.
 
'Her ku tecrîd zêde bû krîza aborî jî zêde bû'
 
Piştre Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz mafê axaftinê girt û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê yên li dijî gelê Kurd bi taybetî li ser ciwanan û diyar kir ku kampanyaya Meclîsa Ciwanan a ji bo pûçkirina van polîtîkayan gaveke girîng e. Mûrat bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku tecrîd li hemû qadên civakî belav bûye û got, "Nêzî 2 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin nîne.  Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelên Tirkiyeyê bi taybet gelê Kurd tê meşandin. Di dema rakirina tecrîdê de ji qada hiqûqî heta siyaseta demokratîk û azadiyan di her qadê de pêşketin çêbûn, her ku tecrîd zêde bû, şer û komkujî di nava gelan de, krîza aborî jî zêde bû." 
 
Çalakî bi govend û stranan bi dawî bû.
 
Edene
 
Di çarçoveya heman kampanyayê de Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Edeneyê li Rêxistina Navçeya Seyhanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şahiyek li dar xist. Şahıya ku gelek kes lê amade bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiya ku bal hat kişandın ser polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê, ciwanan diyar kirin ku li taxên Kurdan û li ser ciwanên Kurd bi şerê giran ê psîkolojîk, tiryak, fuhuş, gef û polîtîkayên sîxuriyê tên pêşxistin. Ciwanan destnîşan kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin.
 
 Pışti axaftınan sinevîzyon hat pêşandan. Pıştî sînevîzyonê şahî bi govendê bi dawî bû.