Ji jinên ciwan komxebat

  • 16:51 20 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo balê bikişîne ser têkoşîna li dijî şerê taybet û girîngiya rêxistinbûna ciwanan komxebatek li dar xist.
 
Li Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo balê bikişîne ser girîngiya têkoşîna li dijî şerê taybet û birêxistinkirina ciwanan komxebatek bi beşdariya gelek jinên ciwan li dar xist. Komxebata ku li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ciwan Nûjîn Ebdî nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser cihê jinê di nava civakê de, têkoşîna wê û girîngiya rêxistinbûna wan xwend.
 
Nûjîn got, “Rêber Abdullah Ocalan dibêje; Divê êdî çavên jina ku di dîrokê de weke kole hatiye naskirin, li azadiyê vebe. Piştî damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê jinên ku xwe îspat kirin bûn pêşengên herî mezin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, divê her roj bibe roja jina ku afirînera jiyanê ye. Jin hebûneke mutleq e. “Jinan bi destên xwe çand û kevneşopî afirandin.
 
Bi taybetî bal kişand ser şer
 
Piştî axaftinê jinên ciwan li ser zewaca zarokan û metirsiyên madeyên hişber ên ku beşeke şerê taybet e axivîn û destnîşan kirin ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna tiryakê bi lez divê ciwan hişyar bin û xwe birêxistin bikin û her wiha malbat jî xwe bi rêxistin bikin. Divê ji zarokên xwe re hesastir bin û wan li ser bingehek rast perwerde bikin."