Şewata li Çiyayê Cûdî hat vemirandin

  • 12:15 9 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Duh bi şev li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdî şewat derketibû. Şewat hate vemirandin. 
 
Duh derdora danê nîvro li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewat derketibû. Şewat, di saetên derengiya şevê de hate kontrolkirin. Ji ber ku dereng mudaxileyî şewatê hate kirin, li devereke berfireh belav bû. Di şewatê de gelek dar bûn xwelî. Sedema derketina şewatê nehat zanîn.