Agirê li Dêrsimê hate vemirandin

  • 13:53 7 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
DÊRSIM - Agirê duh li navçeya Qisleyê dest pê kirî îro bi hewldanên welatiyan hate vemirandin. 
 
Duh li herêma Zargovît a girêdayî navçeya Qisle ya Dêrsimê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Welatiyên ku di danê sibehê de bi mer û hwd. çûn cihê şewatê, mudaxile kirin. Şewata li herêmê bi hewldanên welatiyan hate vemirandin.