Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan bû xwelî

  • 16:04 5 Tebax 2024
  • Ekolojî
AMED - Hat zanîn ku şewata li gundê Simaqî ya bi ser navçeya Şankûşê ve hatiye kontrokirin û xesar gihîştiye rezên gundiyan. 
 
Şewata ku li gundê Simaqî ya bi ser navçeya Şankûşa Amedê ve ku li qada daristanê derketibû, hat kontrolkirin. Di şewatê de rezên gundiyan jî şewitîn. Ji ber xebatên sarkirina agir nehatiye kirin hê jî li herêmê duman dikişe. 
 
Xelkê gund ji saziyan xwest ku li devera şewatê xebata sarkirina agir bê kirin.