Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin

  • 12:50 4 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
AMED - Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di “Komxebata Bajarê Ekolojîk” de axivî û got: “Li bajarên me qirkirina ekolojiyê tê kirin.” 
 
Komeleya Ekolojiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Komxebata Bajarê Ekolojîk” li dar xist. Li gel ekolojîstan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka êzidî, deqeyek rêz hate girtin. 
 
'Meseleya ekolojiyê meseleyeke seranserî cîhanê ye’ 
 
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di komxebatê de axivî û got ku li Kurdistanê qirkirina ekolojîk tê kirin. Yuksel, wiha domand: “Meseleya ekolojiyê meseleyeke seranserî cîhanê ye. Derdê me ew e ku bi mirovan re, bi xak, mêş û mor, bi hewa û her tiştekî bi hev re bifikirin û jinûve ava bikin. Bi taybet jî di nava 10 salên dawî de li bajarên me qirkirineke ekolojiyê ya mezin tê kirin.” 
  
Bi domdarî Yuksel anî ziman ku wan paradîgmaya azadîxwaziya jinê û ekolojîk tenê di çareserkirina pirsgirêka kurd de dernexistine holê û wiha pê de çû: “Em dibêjin ku bi vê paradîgmayê dikare cîhaneke nû were avakirin. Xebatên me dê ji bo cîhanê bibin mîna.” 
 
Piştî axaftina destpêkê, komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.