Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn

  • 10:13 2 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Dewleta tirk li herêma Bêtkar a navçeya Qilêbanê bi destê cerdevanan rojane derdroa 600-700 ton daran dibire û dibe bajarên cuda.
 
Talankirina daristanên li navçeyên Elkê û Qilebanê yên Şirnexê ku bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin bi meha ye bênavber didome. Birîna daran a bi hinceta “çêkirina kalekolê” li herêma Bêtkarê ya navçeya Qilebanê hatiye destpêkirin, li qadeke berfireh belav bû. Birîna daran ber bi çoltarê navçeya Elkê ve berfireh dibe.
 
Cerdevan, van daran di bin çavdêriya leşkeran de dibirin. Hat zanîn ku ji her kesên beşdarî birîna daran bûn rojane hezar TL yewmiye tê dayin. Ji bo veguhestina darên hatine birîn jî ji bo her seferekê hezar TL pere didin xwediyên traktoran. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji bo darên hatine birîn derdora 40 traktor tên bikaranîn. Bi her traktorekê rojane 4 sefer tên kirin. Di her seferê de derdora 4-5 tonên daran tên veguhestin. Ev jî rojane teqabûlî 600-700 tonên daran dike.
 
Piraniya darên tên birîn li pêşiya qereqola Xabûr 2 û klubeyên cerdevanan tên komkirin. Ji vir jî bi TIR û kamyonan dişînin bajarên cuda.