Li gundên Şirnexê birîna daran dewam dike

  • 12:10 13 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li gundê Hesana yê bi ser Silopiyê ve û li gundê Navyan ê bi ser navenda Şirnexê ve birîna daran ji nû ve hat destpêkirin. 
 
Li Çiyayê Cûdî 3 sal in ku talankirina xwezayê ya ku di bin navê "ewlehiyê" de hatiye destpêkirin, didome. Cerdevanên ku bi fermana qereqolan li herêmê dest bi birîna daran kirine heta niha li Çiyayê Cûdî bi sed hezaran darên zeytûn, kizwan û maziyan birîne û talan kirine. 
 
Birîna daran a li herêmê dibe sedem ku herêm veguhere çolê. Vê carê jî cerdevan û leşkeran li gundê Hesana yê bi ser navçeya Silopiyê ve ku li quntarê Çiyayê Cûdî dimîne û ku gundê asûriyan e û li gundê Navyan ê bi ser navenda Şirnexê ve ku dikeve herêma Bestayê birîna daran ji nû ve hat destpêkirin. Darên ku tên birin bi traktoran li hin qadên ku hatine diyarkirin tên komkirin û piştre jî ev dar li kamyonan tên barkirin û dibin derveyî bajêr.  
 
Li van her du gundên navborî berê jî birîna daran ji aliyê cerdevanan ve pêk hatibû û bi sedhezaran dar hatibûn talankirin.