Li dijî qirkirina daran serlêdana sûc

  • 18:02 12 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
ŞIRNEX- Komîsyona Ekolojî û Hawirdorê ya Baroya Şirnexê der barê birîn daran a ji aliyê cerdevanan ya li navçeya Elkê, serlêdana sûc kirin.
 
Li çoltera Elkê ya Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve qirkirina daran didome. Komîsyona Ekolojî û Hawirdorê ya Şirnexê der barê mijarê de, li dijî qirkirina daran ya li herêma Komatê bi hevkariya Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê serî li Serdozgeriya Komarê ya Elkê da. 
 
Baroyê di serlêdana sûc de daxwaz kir ku berpirs bên cezakirin.