Li Şirnexê şewat derket

  • 16:09 6 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li herêma Girêşiyê ya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê şewat derket.
 
Li herêma Girêşiyê ya bajarokê Sêgirgê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.  Şeniyên herêmê mudaxileyî şewatê dikin. Hat zanîn ku tîmên agirkujiyê jî sewqî herêma ku şewat lê derketiye hatine kirin. Hate diyarkirin ku dibe li herêmê şewat belav bibe.