Li Wanê di pêşengiya jinan de meşa xwezayê hat lidarxistin

  • 17:07 30 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
 
WAN-Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gundê Arpêt ê Westanê bi jinan re meşa xwezayê li dar xist. Di meşê de bal hat kişandin ser texrîbata ekolojîk. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gundê Arpêt yê Westanê bi jinan re meşa xwezayê li dar xist. Bi dehan jin tevî hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û hevşaredarên navçeyan beşdarî meşa xwezayê bûn. Di meşê de pankarta "Em ji bo jiyanek ekolojîk dimeşin" hat vekirin û dirûşmên "Jin Jîyan Azadî" hatin berzkirin
.
Piştî meşê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji bo balê bikşîne ser ekolojî û qirêjiya hawirdorê daxuyanî da.
 
 'Em jiyana ekolojîk diparêzin'
 
Neslîhanê diyar kir ku weke rêveberiyên herêmî ew dixwazin polîtîkayên xwe yên ekolojîk bi taybet di warê jinê de bi hêz bikin û ji bo vê jî plansaziyên xwe danîne pêş. Neslîhanê diyar kir ku ew dixwazin di sê mehên destpêkê de bi jinan re çalakiyên bi vî rengî bidin destpêkirin û wiha got: “Sirûşta ku em tê de dijîn bi bedewî û ekolojîya xwe bajarekî pir dewlemend û bedew e. Lê belê bajarekî ku gelek cih lê hatine wêrankirin û bi polîtîkayên tên pêşxisitn tê xwestin ku dewlemendiyên xwezayê bên tunekirin. Ji ber vê yekê em weke jin xwedî fikara parastina xwezayê û parastina jiyana ekolojîk in. Ji ber ku em dizanin Em di nava vê xweza û ekolojiyê de veşartî ne, nasname û dîroka me veşartiye, ger ev ji holê rabin em ê ji holê rabin. Divê em bi vê hişmendiyê nêz bibin û dewlemendiyên xwe yên xeazayî biparêzin. Em parçeyek ji vê cewherê ne û belkî ev berpirsyarî herî zêde bi pêşengiya me tevgera jinê pêş bikeve."
 
'Sedema pirsgirêkên xwezayê mirov in'
 
Paşê Seroka Daîreya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayiyan Elîf Firat axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi pêşengiya jinan ekolojî çiqas girîng e nîşan bidin. Elîfê destnîşan kir ku êdî krîza avhewayê rastiyeke ku li cîhanê hatiye qebûlkirin û wiha got: “Şert û mercên hewayê diguherin û cemed dihelin û ev tişt bi rastî jî nayê vegerandin. Her ku cemed dihelin, bûyerên hewayê yên cuda çêdibin. Ziwabûn û lehiyên giran rû didin. Sedema van hemûyan bi rastî em in, mirov in. Bi gotineke din, em niha bi awayekî cidî karbondîoksîtê li gorî lêkolînan derdixin û bi vê yekê re germahî pir zêde dibe."
 
Di dawiyê de xebatkara tenduristiyê ya berê Fatma Arlan derbarê teşhîsa zû ya penceşêra pêsîrê de agahî da.