Li Elkê xweza tê qirkirin

  • 15:15 30 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Birîna daran a li navçeya Elkê bi tevlibûna sedan cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de bênavber didome. 
 
Birîna daran û talankirina xwezayê ya bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê yên Şirnexê roj bi roj zêdetir dibe. Bi sedan cerdevan tev li talan birîna daran bûne. Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî ev sê meh in li herêma Komatê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Birîna daran a li herêma Elkê piştî operasyona leşkerî dest pê kir. Di nava sê mehan de bi hezaran dar hatin birîn. Çavkaniyên herêmê dan zanîn ku birîna dadran heta gundê Çemanê berfireh bûye û her ku diçe qadên cuda lê tên zêdekirin. 
 
Darên ku tên birîn bi traktoran li qada nêzikî kuleya leşkeriyê û cerdevanan tên komkirin û paşê li kamyonan tên barkirin û dişînin bajarên cuda. 
 
Hat zanîn ku li deverên Cûdî, Gabar û Bestayê piştî qirkirina daran operasyonên leşkerî hatine destpêkirin.