Li gelek bajarî şewat

  • 19:02 29 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Korikê ya Êlihê li qada pirêzeyan şewat derket. Her wiha li navçeyên Menderes, Selçûk, Urla û Çeşmeyê jî şewat derket.
 
Li taxa Korikê ya navenda Êlihê li qada bi sedan donim ku ji pirêzeyan pêk tê, şewat derket. Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Êlihê çûn cihê şewatê, mudaxile kirin û şewatê kontrol kirin.
 
Li 4 navçeyên Îzmîrê şewat
 
Li aliyê din jî li navçeya Menderes, Selçûk, Urla, Çemeyê jî şewata daristanan derket. Ji hewa û bejayî ve mudaxaleyê şewatê tê kirin.
 
Her wiha hat hînbûn kul i gundê Yenîkoy a girêdayê navçeya Ezîne ya Çanakkaleyê li nav erdê zeviyan jî ji ber sedemek nayê zanîn şewat derketiye.