Li Aldûşê şewat derket

  • 15:48 27 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
 
SEMSÛR - Şewata daristanê ya duh bi şev li navçeya Aldûşê dest pê kir, bi bandora bayê belavî qadeke berfireh bû. 
 
Li navçeya Aldûş a Semsûrê duh li qadeke daristanî şewat derket. Şewata di encama mudaxileya welatiyan hatibû kontrol kirin, di saetên serê sibê de li heman cihî dîsa dest pê kir. Welatiyan ji bo şewatê vemirînin mudaxile bikin jî ji ber li herêmê bayekî zêde tê şewat her ku diçe belav dike. 
 
Ji ber welatî nikarin bikevin qada çiyayî, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxwaza sewqa helîkopterê kirin. Hate zanîn ku danê nîvro tenê helîkopterek hatiye şandin. 
 
Şewat hêj didome.