Li Nisêbîn û Dêrikê şewat

  • 12:57 27 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
MÊRDÎN - Li taxên gundewarên Nisêbîn û Dêrikê şewat derket. Heta niha sedema şewatê nayê zanîn gundiyan diyar kirin ku ji ber têlên ceyranê derketiye.
 
Li taxên gundewarên navçeyên Nisêbîn û Dêrikê yên Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewata ku li taxa Serêkaniyê  ya gundewarên Nisêbînê derket, heta taxên Çalê, Hatxê, Zivingê, Buzgurê derket. Sedema şewata ku di saetên serê sibê de dest pê kir nayê zanîn, gundiyan diyar kirin ku şewat ji ber têlên elektrîkê derketiye
 
Tê payîn ku helîkopterek bê şandin
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kamuran Tanhan li ser hesabê xwe yê X'ê agahî parve kir û got:"Em ji bo helîkopterê li Walîtiya Mêrdînê geriyane gotin ew ê bişînin lê belê hîn neşandine. Welatî bi derfetên xwe agir vedimirînin."
 
Şewata li Dêrikê didome
 
Ji aliyê din ve li taxên Beyrok, Zorava, Fitnê, Xirbêheriyê, Eynterî yên girêdayî navçeya Dêrikê şewat didome, welatî bi derfetên xwe mudaxeleyî şewatê dikin. 
 
Li Artukluyê şewat derket
 
Di şewata ku danê sibehê li herêma Zinnar a navçeya Artukluyê derket de îtfaiye û gundiyan mudaxeleyî şewatê kir. Şewata ku di bin bandora ba de belav bû, bi zehmetî hat kontrolkirin. Li herêmê xebatên vemirandina agir dewam dikin.