Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn

  • 09:52 27 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li herêma Komate ya navçeya Elkê ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de birîna daran hat destpêkirin. Bi hezaran darên hatine birîn bi traktoran li ber kuleyên leşker û cerdevanan tên komkirin.
 
Li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê yên bi ser Şirnexê ve birîna daran û talankirina xwezayê ya  ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin didome. Vê carê jî birîna daran li navçeya Elkê ya Şirnexê ku di demên dawî de her tim weke "herêma ewlekariya taybet" tê ragihandin dest pê kir. Li herêma Komate ya navçeya Elkê ji aliyê cerdevanan ve birîna daran destpê kir. Darên ku tên birîn bi traktoran li qada nêzikî kuleya leşkeriyê û cerdevanan tên komkirin û paşê li kamyonan bar dikin û dibin bajarên cuda. Hat zanîn ku li herêmê 3 meh in birîna daran dest pê kiriye. Fermandariya Qereqolê ji gelê herêmê re gotibû, "Daran bibirin û pere jî bila ji we re be" lê belê gundiyan qebûl nekiriye. Bi fermana qereqolê dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Hat ragihandin ku li herêma dar lê tên birîn operasyona leşkerî jî didome.