Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (7)

  • 09:05 4 Tebax 2024
  • Dosya
 
Ji şahidiya fermanê ber bi rojnamegeriyê ve
 
Cîlan Roj 
 
ŞENGAL -  Hêvîdar Şingalî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de 7 salî bû û şahîdî ji gelek hovîtiyên DAIŞ’ê re kir. Hêvîdar ku niha li ser şopa şehîd Nûjiyan Erhan dimeşe, diyar kir ku ew ê bi penûs û kameraya xwe nehêle fermana 75'an were serê jin û civaka êzidî.
 
‘Piştî demekê dengê çeteyan hat, li derdorê dimeyzandin. Derdora mala ku me xwe lê veşartibûn dimeyzandin, destê xwe li derî dan. Pitikek jî li ba me bû, çend mehî bû. Dayika wê ji bo deng dernexe destê xwe danî ser devê wê û got bila zaroka min bimire lê em nekevin destê DAIŞ’ê’.
 
Hêvîdar Şingalî dema wehşeta DAIŞ’ê dît û van gotinên dayikê bihîst, hêj 7 salî bû. Û di wî temenê xwe yê biçûk de şahîdî ji hovîtiya herî mezin a sedsala 21’emîn re kir ku wek fermana 74'an derbasî dîrokê bû. Hêvîdar tenê şahîdî ji hovîtiya DAIŞ’ê re nekir, şahîdî ji DAIŞ çawa ji aliyê şervanên azadiyê ve hatin têkbirin, çawa êzidîyan xwe birêxistin kirin û xweseriya xwe avakirin û hwd. re jî kir. 
 
Hêvîdar ku roja fermanê 7 salî bû niha li ser şopa rojnameger şehîd Nûjiyan Erhan ku hemû kêliyên fermanê ji raya giştî re teyîsand û ragihand, dimeşe û bi pênûs û kameraya xwe dibe deng û rengê jinên êzidî. 
 
Bi nêzhatina 10’emîn salvegera fermanê rojnameger Hêvîdar Şingalî ji ajansa me re behsa roja fermanê û çawa tev li kar û xebatên ragihandinê bûye, dike. 
 
Malbata Hêvîdar beriya fermanê li Rebîayê bûye lê hinek xizmên malbatê jî li gundê Digurê bûne. Ji ber vê yekê ji bo hemû malbat li ba hev bin roja fermanê bi malbata xwe re çûne Digurê. 
 
Pêşmerge bi DAIŞ’ê re bibûn yek
 
Hêvîdar Şingalî bi van hevokan tiştên ku li Digurê dîtine û jiyane, tîne ziman: “Em sê rojên destpêkê li Digurê man. Piştre agahî hat gotin herkes direve hûn jî derkevin. Em çûn gundê Adîkayê û rojekê li vir man. Piştî rojekê em dîsa vegeriyan mala xwe ya Digurê. Cîranek me hebû ew jî bi pêşmerge û DAIŞ’ê re bû. Ji me re gotin ji vir dernekevin, tiştek nîn e. Lê bes êvarê agahî dabûn çeteyê DAIŞ’ê û gotibû du malbat hene. Dayika min benzîn anî hewşê û got ger DAIŞ were em ê xwe bikujin, em ê nekevin destê wan. Piştî demekê em ji mala xwe derketin, me got em ê ji Digurê derkevin. Lê DAIŞ hemû ketibûn Digurê, erebe û sîlehên me girtin. Erebeyek DAIŞ li pêş me bû û gotin bikevin dû me. Em jî ketin dû wan lê dema em hatin kolanekê me bêyî ku me bibînin me xwe avêt malekê. Lê piştî demekê dengê çeteyan hat, li derdorê dimeyzandin. Derdora mala ku em lê bûn dimeyzandin, destê xwe li derê dan. Xwişka min a mezin zarokan xist nav nivînan da ku DAIŞ were bila zarokan nebîne û nebe. Ji aliyê din ve pitikek jî li ba me bû, çend mehî bû. Dayika wê ji bo deng dernexe destê xwe xist devê wê û got zaroka min bimire lê em nekevin dest çeteyan. Destê xwe li ser devê zaroka xwe danîn tiştekî gelek zehmet e lê ew dayik ji bo em hemû nekevin destê DAIŞ’î mirina zarokê xwe girt ber çavan. DAIŞ’î destê xwe li derî dan lê bes derî venekirin. Piştî DAIŞ’î çûn em derketin û em dubare vegeriyan mala xwe.”
 
Berê xwe didin korîdora mirovahiyê
 
Birayê mezin a Hêvîdar roja êrîşa DAIŞ’ê ya Şengalê diçe û tev li şervanên azadiyê dibe, ji ber dema çete êrîşê gundê Digurê dike, ji bo malbata wê bizanibin şekl û şemalê şervanan çawa ye û bi xêr û silamet xwe bigihînin gel şervanan bi telefonê malbata xwe digere. 
 
Hêvîdar bi telefonê gerîna birayê xwe, çûyîna korîdora ku şervanên azadiyê ji çeteyan paqij kiribû, wiha vegot: “Birayê min ê mezin ku tev li hevalan bibû, bi telefonê li me geriya û şekl û şemalê hevalan terîf kir û got biçin xwe bigihînin wan. Ji bo em nekevin destê pêşmergeyan şekl û şemalê hevalan terîf kir. Ji ber wê demê pêşmerge û DAIŞ bibûn yek. Piştre em derketin lê dîsa DAIŞ me girt û li nêzî me dibistanek hebû, gotin biçin wê dibistanê. Em hatin nêzî dibistanê lê me dîsa rêya xwe guhert û me berê xwe da rêya korîdorê. DAIŞ gelek kesan li wê dibistanê kom kiribû. Birayê min dîsa li me geriya û ji me re got biçin korîdorê, hevalan korîdor ji çeteyan paqij kiriye. Li ser vê yekê me bi erebeyê berê xwe da korîdora ku hevalan vekiribû. Dema me xwe gihand korîdora hevalan av û xwarin dan me. Min gelek dayikên temen mezin ku di wan rêyan de çawa ji hal ketin, çawa ji tîna mirin, dît. Em ji korîdora ku hevalan vekiribûn derbasî Rojava bûn.”
 
Diçin Rojava û Bakur
 
Hêvîdar û malbata xwe piştî Rojava berê xwe didin kampa Baacê û ji wir jî derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Malbat salekê li Bakur dimînin lê birayê mezin ji bo vegerin ser cih û warên xwe dîsa bi telefonê li wan digere. 
 
Hêvîdar diyar dike ku ew ji ber pîr û kalê wê li kampa Baacê ne dubare vedigerin kampê û wiha dibêje: “Em salekê li Bakur man û piştî salekê birayê min ên gel hevalan li me geriya û got vegerin Şengalê, vegerin cih û warên xwe. Dubare em vegeriyan kampa Baacê ji ber pîr û kalikê min li wî kampê bûn. Lê piştî demekê hinekan giliya me bi PDK kirin û gotibûn kurê wan bi hevalan re ye. Li ser vê yekê em li kampê neman û vegeriyan cih û warên xwe.” 
 
Bi malbatî tev li avakirinê dibin
 
Hêvîdar û malbata xwe piştî tên Şengalê û fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas dikin, bi malbatî tev li avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê dibin.
 
Hêvîdar di axaftina xwe de dide xuyakirin ku di fermanê de ji ber ew biçûk bûye destpêkê tev li kar û xebatên çand û hunerê dibe û wiha dibêje: “Piştî demekê ji bo fêrî bikaranîna çek û xweparastinê bibim ez derbasî qada eskerî bûm da ku bikaribim li dijî êrîş û fermanan xwe û axa xwe biparêzim, tevî ku em biçûk bûn me wisa difikirî.”
 
Bi pênûs û kameraya xwe li ser şopa şehîd Nûjiyan e
 
Rojnameger Hêvîdar Şingalî piştî demekê li qada eskerî dibe vê carê bi daxwaza xwe, ji bo ji nêz ve êş û azarên civaka xwe bi taybetî ya jinan bibîne û li dinyayê bide bihîstin, derbasî ragihandina jin a Şengalê dibe.
 
Hêvîdar bi van hevokan behsa derbasbûna xwe ya ragihandinê dike: “Piştî qada eskerî, ez bi daxwaza xwe tev li kar û xebatên ragihandina xweser bûm. Di qada ragihandinê de hedef û armanca min ew e ku ez bikaribin wek şehîd Nûjiyan bibim deng û rengê jinên êzidî. Ez dixwazin tiştên ku jinên êzidî û civaka êzidî di fermanê de dîtine û îxanetên ku hatine kirin, nîşanî hemû cîhanê bidim. Ji aliyê din ve ez dixwazim piştî fermanê jinên êzidî çawa xwe bi rêxistin kirin û hatin asta pêşengtîkirinê, nîşanî her kesî bidim bi taybetî nîşanî dijminên ku dixwestin di şexsê jin de civaka êzidî û baweriya êzdadetiyê tune bikin, bidim. Ez ê heta dawiyê li ser şopa şehîd Nûjiyan, li pey heqîqetê bim.”
 
‘Em ê nehêlin fermana 75'an were serê me’
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvîdar Şingalî destnîşan kir ku tevî 10 sal li ser fermanê derbas bûye lê hê jî xeteriya fermanê derbas nebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nêzî 10’emîn salvegera fermanê dibin lê hê jî PDK û dewleta tirk dixwazin fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bigihêjînin encamê. Lê em ê bi fikir û felsefeya Serok Apo nehêlin fermana 75'an were serê jin û civaka êzidî.”