Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (2)

  • 09:05 30 Tîrmeh 2024
  • Dosya
 
Êşa xwe veguherandin têkoşîna azadiyê
 
Medya Hawar
 
ŞENGAL  - Jinên êzidî ligel serpêhatiyên bi êş, her sal bêtir bi hêz dibin, êdî ne behsa mexdûriyetê, banga têkoşîna azadiyê li tevahiya jinên êzidî dikin. Yek jî wan Şemê Remo ye. Şemê got: "Gerîla me ji mirinê rizgar kir. Dayikên Sûrî bi dil û can me pêşwazî kirin. Em deyndarê Serok Apo ne. Em tu carî serpêhatiyên xwe ji bîr nakin." 
 
Her çîrokeke jinên êzidiyan di dil de birîneke kûr vedike. Dermankirina vê birînê jî 10 sal in bi jiyaneke nû tê dermankirin. Jinên êzidî êdî dizanin ku tolhildana bi hezaran jinên êzidî bi têkoşîna azadiyê, rêxistinbûn û xwe parastinê pêkan e. 
 
Em her sal di salvegera fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de serpêhatiyên jinên êzidî tînin ziman. Em dibînin ku jinên êzidî ligel serpêhatiyên bi êş, her sal bêtir bi hêz dibin, êdî ne behsa mexdûriyetê, banga têkoşîna azadiyê li tevahiya jinên êzidî dikin. 
 
Yek jî wan serpêhatiyan tîne ziman dayika Şemê Remo ye. Şemê bi temenê xwe yê mezin bi sekna xwe û baweriya xwe hêzê dide gelek jinên êzidî. Şemê niha endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye û dema serpêhatiya xwe tîne ziman car caran kelogirî dibe. Hîn bîranînên xwe jî dema dibêje kenê xwe nikare bigire û behsa wan deman dike. 
 
Em ê serpêhatiya wê ji devê wê bidin…
 
 
“Şev û rojekî em li vê rêyê meşiyan. Me xwe gihand cihê ku hevalên me heyî. Ew gerîla bûn. Ji hevalên xort û jin pêk dihatin. Ew hatin pêşiya me. Ji me pirsîn gotin ‘Silahê we hen ne an na’. Min ji wan re got ez nadim. Yên derdorê me hatin ji min re gotin ‘Silahê bide wan ev heval in û dê parastina me bikin. YPG û gerîla ne hatine û dê li dijî DAIŞ’ê hatine. Dê tola me hillînin’ min ji wan bawer kir û piştre neh û deh fişekên me yên heyî min da hevalan. Hevalên ku hatin pêşiya me ji me re gotin ‘Şev nemeşin û hûn gihaştin li ku li vê derê bimînin. Ji ber li derdorê DAIŞ’î hene. Hûn şev bimeşin dibe ku hûn bikevin nava kêmîna wan û xeter e’.
 
Em 10 û 12 malbat bûn. Ji kijan gund dihatin ji me derbas dibûn û rêya xwe dewam dikirin. Piştî demekî cihê ku av heyî em rawestiyan û li vir motara avê hebû. Motor bi hewldana kesan hat şixulandin û me ava xwe vexwar. Me bidonên li cem xwe tije av kir û me dest bi meşê kir. Heta ku me xwe gihand ser sînor...
 
Sînorê ku di navbera Iraq û Sûrî de. Keçika min vê demê 12 rojî bû, min carek lê meze kir min got xwedê mir. Kî diçû û dihat dikir qêr û digot çi bûye… Me ji wan re got zarok mir… Me berê xwe da hevaleke jin bi cilên leşkerî ber bi me ve tê. Gerîla bû û ji min re got ‘Çi bû ye?’ Hat keçikê ji destê min girt hinek av li çavên wê kir, tiliyê xwe xist devê keçikê. Me dît ku keçik vayê behnê digire… Me carek din disa qêr kir. Kefa me hemûyan hat cih… Ji me re gotin dê maşîne bên we bibin. 
 
Dayikên ku ji Sûrî hatin şîrê li ber zarokên xwe anîn dan zarokên me... Her wiha dayikên zarokên xwe şîr didan hatin li ser sînor li benda me sekinibûn, ji bo zarokan şîr bidin. Gelek zarok bi saya şîrê wan dayikan li jiyanê man. Tiştên ku me li ser vê rêyê de dît zor û zehmet bû. Tîbûn, birçîbûn, pêxastbûn… Min şekala xwe girêda heta derekî ez çûm û êdî lingê min verîmî bû…
 
Em 8 salan li Wargeha Newrozê man. Piştî 8 salan em vegeriyan Şengalê. Li wargehê hemû hewcedariyên me dihatin cih. Rewşa me baş bû. 
 
Lê em vegeriyan li ser axa xwe li ser cih û warê xwe. Em îro heke li vir bin bi saya şagirtên Serok Apo em li vir in. YBŞ, YJŞ û asayîşa me bi xêra wan û bi saya vî fikrî û felsefê hatin heta wan rojan. Jiyana me xweştir kirin. 
 
Ji xwe beriya ku em bikevin nava kar û xebatan, em wek teyrên çav girtî di mal de bûn. 
 
Li Wargeha Newrozê ji xwe meclîsa gel hat avakirin. Ez endama vê meclîsê bûm. Ji vê rojê heta niha ez di nav kar û xebatan de me. Çi dikev ser milê min ez dikin. Ev zext, zilm, zorî, tîbûn û birçûbûna ku me dîtî, dayikên ku di rêwitiyê de zarokên xwe windakir… 
 
Me soz daye ku em ê heta dawiyê di nav kar û xebatan de bin. Ev destê xwînxwar a ku bû sedema firotina Şengalê, carek din em nahêlin ku bikevin Şengalê. Em rê nadin ku bila carekdin bên ser axa me. Her wiha em ê hesabê ji wan kesên ku bûne sedema ferman û firotina Şengalê bipirsin. 
 
Em ê xwe bighînin her dere yên ku parastina mafê mirovan dikin. Em ê teqes xweseriya Şengalê bidin naskirin. Em ê li pêy doza xwe bin. Her wiha heta dawiyê jî divê bê zanîn ku em deyndarê Serok Apo ne û em azadiya Serok Apo dixwazin.
 
Heta gerilayên serê çiya hatin rewşa me pir nebaş bû em di nav tengasiyeke mezin de bûn. Bi dehan gerîla li vir ji bo rê vekin şehîd ketin. Divê heqê wan insanan neyê xwarin. Em wan kesên ku li ser rêya azadiyê şehîd ketine bi bîr tînin. Gerîla êzidiyan xilas kir ango ji mirinê rizgar kir... Dayikên ku ji Sûrî hatin bi dil û can hatibûn serê sînor ji bo pêşwazîkirina me... Divê êzidî tu carî tişên ku hat kirin ji bîr nekin...”
 
Sibe: Li Şegalê jiyan bi fikrên Abdullah Ocalan guherî