Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (1)

  • 09:07 29 Tîrmeh 2024
  • Dosya
 
Caklin Hisên: Dê serkeftin ya me be
 
Cîlan Roj
 
ŞENGAL - Bi ser fermana 3'yê Tebaxê re 10 sal derbas bû û li Şengalê dîrok ji nû ve hat nivîsin. Dîroka berxwedan, têkoşîn û xwebirêxistinbûnê hat nivîsin. Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklin Hisên, diyar kir ku niha civaka êzidî li hemberî her cure êrişan li ber xwe dide û got: "Em ê li pêy doza şagirtên Rêber Apo bin û dê serkeftin bibe ya me." 
 
Ji aliyê hemû hêzan ve tê destnîşankirin ku Şengal li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. Li başûrê Kurdistanê mîna deriyekî li Mûsil û Kerkûkê, her wiha ji Hesekê dest pê dike û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vedibe. Şengal xeteke derbasbûnê ya girîng e ku ji Sûriyeyê digihêje Iraqê û sînorê Tirkiyeyê. Hêzên ku xwestine li Kurdistanê serdest be ji demên berê heta niha her tim hewl dane li Şengalê serdest bin. Ji ber vê yekê Şengal herêmeke wisa ye ku Osmaniyan gelek caran ji bo qirkirinê êriş birine ser. Heta niha 73 caran komkujî û qirkirin li êzidiyan hate kirin. Carna eşîreke êzidî carna jî herêmeke êzidî hatiye dorpêçkirin.
 
Di 1'ê hezîrana 2014'an de, li Ammanê, paytexta Urdunê civînek hat lidarxistin. Ev civîna ku DYA, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Îsraîl û PDK'ê amade bûn bi eslê xwe plana êrişeke nû li ser Rojhilata Navîn bû. Di 10’ê hezîrana 2014’an de piştî civîna li Ammanê, DAIŞ’ê êrişê Mûsilê kir. Hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê yên li Mûsilê bêyî ku li ber xwe bidin Mûsil radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Mûsil ji aliyê leşkerî ve weke bajarê herî bihêz ê Iraqê tê naskirin, tenê di 6 saetan de radestî DAIŞ’ê hat kirin û tu berxwedanek nehat nîşandan. Armanc belavkirina tirsê û tasfiyekirina Şoreşa Rojava bû.
 
 
Fermana 74'an 
 
Piştî ku Mûsil radestî DAIŞ’ê hat kirin, vê carê Şengal bû hedefa êrişan. Şengal a ku bi hezaran salan li ber xwe da û ji bo bijî û baweriyên xwe zindî bihêle, rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê hat. Hêzên PDK'ê demeke kin beriya êrişa çeteyên DAIŞ'ê bajar terikandibûn û li şûna artêşa Iraqê ya ku beriya niha bajar terikandibû, derketin. Dîmenên hêza PDK'ê yên ku hemû çekên xwe kom kirin û reviyan xiyanetê raxist ber çavan. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir. Bi hezaran êzidî neçar man ji Şengalê derkevin û bi hezaran jî hatin qetilkirin. Êzidiyan ev yek weke fermana 74’an bi nav kirin.
 
Rizgariya Şengalê
 
Beriya fermana 3'yê Tebaxê 12 gerîla li Şengalê bûn. 3 ji wan ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin, 9 gerîla mabûn. Ew yekîneya gerîla bi sê beşan dabeş bû û nehişt ku DAIŞ xwe bigihîne çiyê û komkujiyeke mezin bike. Di 29'ê Cotmeha 2015'an de YBŞ, YJŞ û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku wan fermandariyeke hevpar bi navê "Fermandariya Êzidxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" ava kirine. Di 13'yê Mijdara 2015'an de rizgariya Şengalê hat îlankirin.
 
Despêka xwerêxistinkirinê 
 
Bi ser fermanê re 10 sal derbas bûn. Ligel 74 fermanan jinên êzidî di avakirina jiyaneke nû de bi israr bûn. Li ser vê bingehê di sala 2016’an de Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakirin û jinên êzidî di dîrokê de yekem car yekîneyên xwe yên parastina cewherî bi rêxistin kirin. YJŞ bû sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê. Piştre bi avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re hemû jinên êzidî di bin vî banî de kom bûn û dest bi xwerêxistinbûnê kirin. Êzidî bi xebatên xwe yên niha xwedî li keda "12 siwariyên Derwêşê Evdî" derdikevin. Projeya netewa demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di jiyana xwe de pratîze dikin. 
 
Derbarê fermanê de Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklin Hisên ji ajansa me re axivî. 
 
Piştî fermanê koçberî…
 
Caklin Hisên di destpêka axaftina xwe de behsa fermana 3’yê Tebaxa 2024’an kir û got: “Em wek civaka êzidî tu carî vê roja reş ji bîr nakin. Dema ferman dest pê kir ez 14 salî bûm. Li bostanan dixebitîm. Dema gotin DAIŞ hatiye, me nedizanî çi ye. Digotin dê êriş bike û her wiha me ne dizanî şer çi ye. Nêzikê me teqîn çêdibûn lê hej nehatibûn cihên me. Diya min got em ji vir biçin, em 4 xwişk û birabûn. Me bostanên xwe wisa hişt û em derketin û me berê xwe da Zaxoyê. Piştî du roj şûn de gotin ferman pêk hatiye. Vê deme civaka êzidî ne bi hêz bûn. Em ji Zaxoyê derbasê Tirkiyeyê bûn. Em çûn Êlihê bi cih bûn.  Em 5 mehan li vir man û piştre em vegeriyan Şengalê.”
 
‘Dikarin li hemberî fermanan rawestin’
 
Caklin, wiha behsa vegera xwe ya Şengalê û rewşa xwe kir: “Heke em wek nihabûna ev ferman dê pêk nehata. Em bi malbata xwe re ketin nav kar û xebatan. Niha jî xebatên me didome. Jin û ciwanên êzidî û xortên êzidî di nav xebatan de cih digirin. Civaka êzidî bi tevahî kar û xebat dimeşînin. Xwe li ser fikr û ramanê ku em azad kirin, xwe birêxistin dikin.  Îro dikarin li hemberî fermanan rawestin.”
 
‘Berxwedan dê her bidome’
 
Caklin, da zanîn ku niha jî siyaseta li hemberî civaka êzidî didomin û wiha nêrînên xwe anî  ziman: “Hêj ferman jî bi dawî nebûne. Lê belê civaka êzidî ya ku di 3’yê Tebaxê de nedikarin li ber xwe bidin, îro têdikoşin û li ber xwe didin. Civaka êzidî îro li hemberî êrişan dibin bersiv. Ji 2014’an heta îro bi her rêbazê êriş pêk tên. Ev fermana ku pêk hatî ji hêla Dewleta Iraqê ve nehatiya fermî kirin. Her wiha îro jî êrişên Dewleta Tirk a li hemberî pêşengên me didomin. Divê bê zanîn ku em ê her tim şopdarên pêşengên xwe bin û doza wan bidin meşandin. Em ê her şopdarên kesên ku zarokên me perwerde dikin, jinan rizgar dikin û xweparastinê li pêş dixin bin. Em tu carî nahêlin ku xwîna wan li erdê bimîne.”
 
‘Em ê hêza xwe xurttir bikin’
 
Caklin, diyar kir îro malbatên êzidî yên ku koçber bûn carek din berê xwe didin Şengalê û wiha bi lêv kir: “Em vegera malbatên êzidî ya li ser axa xwe pê kêyfxweş in. Vegera piştî 10 salan a li ser axa xwe girîn e. Em dixwazin li ser axa xwe ya Şengalê bijîn. Îro civaka êzidî ya ku çek rakirin parastina xwe dikin, zarokên xwe perwerde dikin, xwe perwerde dikin, asayîşa xwe xurt dikin. Her wiha em dikarin xwe bêtir pêş bixin. Divê em baweriya xwe êdî bi kesan neynîn û xwe bawer bikin. Divê em di nava xwe ango di nava civaka êzidî de tifaqa xwe mezin bikin.”
 
‘Dê serkeftin bibe ya me’
 
Caklin, da zanîn ku kesên ku hatin me rizgar kirin diyar in û wiha bi lêv kir: “Ev kes hatin bi destê xwe nan dan zarokên me. Dan pişta xwe wan ji mirinê rizgar kirin. Em wan tiştan tu carî ji bîr nakin. Civaka êzidî li hemberî her cure êrişan êdî li ber xwe dide. Nasnameya me êzidîtiye. Em ê li pêy doza şagirtên Rêber Apo bin. Niha jinên ciwan çek digirin û xwe diparêz in, îro di hemû karan de cih digirin. Dê serkeftin bibe ya me. Em ê her tim li pêy mafê xwe bin. Em ê her têkoşîna xwe ya derbarê qebûlkirina qirkirinê de bidomînin.”  
 
Sibe: Êşa xwe veguherandin têkoşîna azadiyê