‘Çapemeniya Azad bû dengê me'

  • 09:06 6 Îlon 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan diyar kirin ku Çapemeniya Azad berpirsyariya ku bibe dengê gelên bindest û hemû civakê girtiye ser xwe û gotin, "Çapemeniya Azad ku bi taybetî têkoşîna jinê bilind dike, dengê tevgera jinê bilind dike û pêşengiyê dike. Kedkarên Çapemeniya Azad ku bi gotinên xwe kevneşopiya Kurdan nîşan didin, dibin dengê me."
 
Çapemeniya Azad a Kurd dema ku weke çapemeniya ku heqîqetê bi civakê re tîne cem hev û civakê bi heqîqetê re tîne gel hev, bi zext, tirsandin, êriş, binçavkirin û girtinên hikûmetê re rû bi rû ye.  Xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd dengê jin, zarok û raya giştî ne, di heman demê de têkoşîna civakî û têkoşîna heqîqeta civakî dimeşînin.
 
Jinan der barê 6’ê Îlonê Roja Rojnamegerên Kurd û rol û mîsyona Çapemeniya Azad a Kurd a di civakê de ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajêr Gîzem Kuzuk, derbarê mijarê de wiha axivî: "Ji bo gelan çapemeniya kurd rolek mezin girtiye. Bi taybetî jî di wan salên dawî. Li Tirkiyeyê sansûr belavbûye û dengê muxalîfan tê qûtkirin. Di rewşeke wisa de rola Çapemeniya Kurd girîng e. Çapemeniya azad ji bo ragihandina agahiyên rast li her deverê cîhanê cih xwe digire. Ji ber ku agahiyên rast dide dibin hedef. Lê nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Ez roja Çapemeniya Kurd a 6'ê Îlonê pîroz dikim."
 
'Her berxwedana xwe domandiye'
 
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Zulfiye Hazar jî bal kişand ser qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a li Silêmaniyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çapemeniya Azad ligel her cûre êrişên faşîzmê her berxwedana xwe domandiye. Em ê her tim bi wan re di nav piştevaniyê de bin. Îktîdara faşîst tehemûl nake û hêr êriş dike. Ez kêfxweş im ku kedkarên Çapemeniya Azad ku kevneşopiya Kurdan li welatê me nîşan didin hene û bûne dengê me."
 
'Rastiya me radigihîne'
 
Ji Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê Eda Talafat, di axaftina xwe d bal kişand ser pêvajoya şer û wiha nêrînên xwe ani ziman: "Di polîtîkayên şer de cihekî cidî heye. Ji ber ku desthilatdar dixwazin rastiya vî şerî ji gel veşêrin. Ji ber vê yekê bloka medyayê li her derê heye. Di vê wateyê de çapemenî li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê cihekî pir cidî digire. Ji Mûsa Anter heta Nagihanê kevneşopiya çapemeniyê her tim berpirsyariya gihandina rastiya şeran ji civakê re digire ser xwe.  Em dizanin ku desthilatdarî êrişên pir giran li ser Çapemeniya Azad dikin. Herî dawî hevalê me yê rojnameger hat qetilkirin û şehîd bû. Çapemeniya Azad bû ku di her berxwedaniya têkoşîna jinan û gel de bi we re bû, têkoşîna me belge dikir û rastiya me radigihîne. Em di serdemeke wiha de ne ku em bibin dengê têkoşîna hemû beşên bindest. Bi taybet têkoşîna jinê, bilindkirina dengê tevgera jinê û pêşengiya çapemeniyê."