Ji bo tevlibûna panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bang

  • 09:02 5 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL-Hevseroka DEM partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz bi gotinên wekê ‘Em hemû gelê xwe yên ku jiyanek hevpar aştiyane, demokatîk dixwazin vedixwînin panela ‘şer, xizanî û çareseriye demokratîk’.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) ya Stenbolê wê di 8’ê îlonê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê saet di 11.30-18.00’an de bi sernavê ‘şer, xizanî û çareseriya demokratîk’, panelê li dar bixwe. Panel wê ji du runiştinan pêk bê û moderatoriya panelê wê seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bike.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Raziye Ozturk, serokê  Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe, nivîskar Ayşegul Devecîoglu û niviskar-rojnameger Ercument Akdenîz wê wek panelîst cihbigirin. Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangoz, der barê şikandina tecrîdê û pêkhaina azadiya fîzîkî de nirxandin kir û gel vexwendiyê panelê kir.
 
‘Ji bo çareseriya pirsgirêkê navnîşan diyar e’
 
Goncayê da zanîn ku ji bo ji tevgerên çep-soyalîst yên Tirkiyeyê û cîhanê re vebêjin ku tecrîd ne tenê mijara Kurdan û DEM Partiyê ye vê panelê pêk tînin û got: “Em di nava xeleka şerê ku çareser nabin de ne. Di şerê li Kurdistanê tên jiyîn de berdewamiyek heye. Tirkiye êrîşê her alî dike. Lê çareseriya vê bi aştiyê pêkane. Yanî bi şikandina tecrîdê, bi hevdîtina bi muxataban re pêkane. Navnîşana çareseriyê diyare. Çaeserî Abdullah Ocalane. Çareserî li Îmraliyê ye.Ji bo vê me hewcedarî bi panelê dît. Em niha amadekariya wê dikin. bandora tecrîdê li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî  heye. Bi polîtîkayên  tecrîdê re polîtîkayên şer xiznaiyê tîne, dijminahiya navbra gelan de zêde dike, faşîzmê mayînde dike."
 
‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe wê şer bidawî nebe’
 
Goncayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew dixwazin azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û tecrîd bê rakirin. Goncayê wiha bi lêv kir: “Pergaleke ku li tu devera cîhanê tuneye, li Îmraliyê pêk tê. Malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin, agahiyek jê nayê girtin. Ev rewş hêza mey adi çareseriya pisgirêka Kurd de tune dike.Abdullah Ocalan got ez pisgirêkê hefteyekê de çareser dikim. Heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê şer jî bidawî nabe. Heta aştî neyê xizanî û faşîzm jî wê bidome. Em dixwazin jin neyên qetilkirin, sewal neyên qetilkirin û tecrîd bê rakirin.”
 
Ji bo tevlibûna panelê bang
 
Goncayê daxuyakirin ku wê di panelê de bi aliyên cuda re nîqaş bên meşandin û wiha dawî lê anî: “Em tecrîdê li ku derê jiyana xwe dibînin? Çima divê tecrîd bê şikandin. Wê li ser van mijaran nîqaş bên meşandin.  Ji bo Tirkiyeyek demokratîk divê tecrîd bê şikandin. Şer çareseriyê nayne.Ji bo vê divê em vê nîqaş bikin û bi civakê bidin bihistin.  Xebatên me wê piştî panelê bidomin. 8’ê îlonê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê saet di 11.30-18.00’an de wê panela me pêk bê. Em her kesî vexwendiyê panela xwe dikin.”