‘Sedema vê krîzê serokomar e’

  • 09:05 4 Îlon 2024
  • Ked/Aborî
WAN - Me bandora krîza aborî ya her  diçe giran dibe ji jinan pirsî û jinan gotin: “Berê me 20 TL dianî bazarê. Em hemû dizanin sedema krîzê kî ye. Sedema vê krîzê serokomar e.”
 
Krîza aborî bandor li her qada jiyanê kiriye û bandora wê ya giran roj bi roj zêde dike. Mirov êdî nikarin hewcedariyên sereke bigirin û destvala ji bazaran vedigerin. Welatî ku her hefte lîmîta butçeya bazarê zêde dikin, tevî vê nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û destvala vedigerin. Niha ji ber vebûna dibistanan jî welatî ketine hewldana ku hewcedariyên zarokan bigirin.
 
Li bazara ku li taxa Xaçor a Rêya Armûşê ya Wanê hatiye vekirin, jinan bandora krîzê ji JINNEWS’ê re vegotin.
 
‘Em tenê roja xwe xilas dikin’
 
Jina bi navê Sultan Batu ji mîkrofonên me re axivî û da zanîn ku bihayê her tiştî pir zêde ye  û got: “Berê me bi rehetî hewcedarî digirtin. Niha em nikarin derkevin dan û standinê. Ez li ser hemû tezgahan digerim. Hewl didim a herî erzan bigirim. Dema rewş wisa be em hewcedariyên heftane nikarin bigirin. Em tenê roja xwe xilas dikin. Dema biha wisa bin mirov zehmetiyan dikşînin. Ez kesî sûcdar nakim.”
 
‘Sedema bihabûna nebûna hilberînê ye’
 
Sultanê daxuyakirin ku sedema bihayên zêde ev e ku li Tirkiyeyê hilberîn tuneye û got: “Divê piştgirî ji bo hilberîner û cotkaran bê dayîn. Ger piştgiriyê bidin cotkaran wê hilberîn bê kirin. Li Tirkiyeyê axên dewlemend hene. Lê ev nayê nirxandin. Cotkarên hewl didin hilberînê bikin jî berhemên wan di destê wan de dimînin. Nikarin bifroşin. Ji bo çandiniyê gubre, tov, av pêwist e. Dema piştgirî tunebe jî hilberîn nayê kirin. Ji ber hilberîna herêmî tuneye biha jî zêde ne.”
 
‘Pereyê min aniye têrî tiştekî nake’
 
Hatun Abî jî daxuyakirin ku xurek pir biha ne û nikarin hewcedariyan bigirin. Hatunê wiha bertek nîşan da: “Pereyê min aniye têrî tiştekî nake. Sebze pir biha ne. Em kaxizan kom dikin. Zarokên min bê bav in. Rewşa me ne baş e. Ji ber vê min tiştek jî negirt.”
 
‘Em dizanin sedema krîzê kî ye’
 
Çîçek Atsiz jî wiha bi lêv kir: “Ji ber bihabûnê em nikarin hewcedariyan bigirin. Pere têrî tiştekî nake. Sedema vê krîzê em hemû dizanin.”
 
‘Ez bi 200 TL hatim bazarê’
 
Jina ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Ez ji bo girtina fêkî hatim bazarê lê pere têr nekir. Her tişt biha ye. Ez bi 200 TL hatim bazarê. Bi 100 TL min fasulye û  firingî girt. Bi 100 TL jî ez ê ji zaroka xwe re pênûs û lênûskê bigirim. Hevjînê min di înşatê de dixebite. Hatinek me ya din tuneye. Em di kirê de dimînin.”
 
‘Hêza girtinê ya kesî nemaye’
 
Gullu Kurtuluk jî bal kişand ser bihabûna xurekan û wiha domand: “Hêza girtinê ya kesî nemaye. Her tiş biha ye. Yên rewşa wan nebaş nikarin tiştekî bigirin. Tenê dewlemend digirin. Em diçin bazarê em nikarin tiştekî bigirin. Em destvala digerin. Ji ber rêveberên vî welatî em di vê rewşê de ne. Ji ber wan em di vê rewşê de ne.”
 
‘Berê 20 lîre têr dikir’
 
Altun Ozter jî bertekên xwe bi van hevokan anî ziman: “Tevî vê bihabûnê em neçarin dan û standinê bikin. Berê em bi 20 lîreyî dihatin bazarê. Me gelek tişt digirt. Niha tu nirxê pere nemaye. Bi 20 lîreyî niha tu tiştek nayê. Ez niha 400-500 lîra têm. Lê ev jî têr nake. Ez hem dê û hem jî bavtiyê dikim ji zarokên xwe re. Zarokên min di tekstîlê de dixebitin. Ez bi mûçeyê wan debarê dikim.”
 
‘Sedema krîzê serokomar e’
 
Ferîde Çalki jî got ew neçare sebzeyên herî erzan bigire û got:” Şertên jiyanê pir zor û zehmet in. Berê em bi pereyekî kêm dihatin bazarê me hewcedarî digirtin. Niha em bi 500 lîreyî tên bazarê. Em destvala vedgierin. Em hewcedariyekê digirin a din nikarin bigirin. Sedema krîzê serokomar e, desthilatdarî ye.”
 
Jinek din ku nexwest navê xwe bide jî bertek nîşanê bihayan da û got wê tenê firingî û îsot girtiye û got: “Em di kirê de ne. Kes di malbatê de naxebite. Hewcedariyên me hene lê em nikarin bigirin. Ez bi 200 lîreyî hatim bazarê lê min tenê du poşet girtin.”