Li dijî qetilkirinên jinan bertek: Seknek xurt şert e

  • 09:04 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan bertek nîşanî qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin dan û diyar kirin ku qetilkirina jinan êrîşeke li hember azadî û nirxan e. Jinan got li dijî van qetiklirinan divê seknek rêxistinkirî hebe.
 
Qetilkirina jinan, destdirêjî, tundî ku yek ji polîtîkayên desthilatdariyê ye roj bi roj zêde dibe û gumanbarên ji polîtîka bêcezahiştinê cesaretê digirin jinên nêzî xwe qetil dikin. Aliyê tundiyê li Tirkiyeyê di çapemeniyê de bê dîtin jî bi hezaran qetilkirinên jinan ên di rayagiştî de nayên dîtin û tên veşartin hene. Jinên di bin lepê tundiyê de bi qetilkirinan re tên rû hev û li aliyê din jî li dijî qetilkirinan têkoşînê bilind dikin.
 
Jinan der barê tundî û qetilkirinan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Êrîşa li hember jinan li hember nirxan e’
 
Zeynep Can da zanîn ku divê qetilkirinên jinan ‘normal’ neyên destgirtin û got jin afrînerên jiyana civakî ne û got: “Jin afrînerên aborî, kedê ne. Ji ber vê dema jinek tê qetilkirin di esasê de ev nirx tên qetilkirin. Nirx tên qetilkirin. Ez normalkirina vê rast nabînim. Divê em  jin hemû civak bertek nîşanê vê bidin.”
 
‘Seknek rêgezî pêwist e’
 
Zeynepê her wiha got li dijî van qetilkirinan divê seknek xurt hebe û wiha domand: “Li her qada jiyanê êrîşên desthilatdariyê hene û li dijî vê divê têkoşîn bê dayîn. Ji bo sekna li dijî vê zîhniyetê divê em bixebitin. Divê em bi sekna xwe van êrîşan vala derxînin. Divê em bêjin ku em çawa vala derxînin. Divê zîhniyet biguhere. Rêxitsinbûna jinan girîng e. Divê guherîn hebe. Qetilkirina jinan di heman demê de êrîşek li hember azadiyê ye. Li dijî vê divê têkoşînek hevpar bê meşandin."
 
‘Li vî welatî maf, hiqûq, edalet tune ye’
 
Nûnera DEM Partî ya Kartalê Zeynep Dîcle jî daxuyakirin ku yek ji polîtîkayên AKP-MHP’ê ya li hember jinê ‘tunehesibandina’ jinan e û wiha dirêjî dayê: “Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têkoşîna jinan didome. Jin hem li kolanan hem li malan tên qetilkirin. Di bin serdestiya mêr de domandina jiyanê zehmet bûye. Divê jin azad bin, azad tevbigerin, hilberînin. Li vî welatî hiqûq, edalet, maf tuneye. Divê li dijî bêdadiyê yekitî hebe. Divê rêxistinên jinan bên xurtkirin.”
 
‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’
 
Rêvebera DEM Partî ya Kartalê Nebahat Çavdar jî bi şermezarkirina qetilkirina jinan û tundiya li ser jinan dest bi axaftinê kir û wiha domand: “Qetilkirina jinan parçeyek polîtîkaya dewletê ye. Heta di civakê de jin azad nebin civak jî azad nabin. Bila dewlet polîtîkayên xwe ji ser me bikşînin. Em ê li dijî vê bin. Em azadiyê dixwazin. Divê hemû jin bibin yek. Divê em xwe biparêzin û têkoşîna xwe bilind bikin.”