Armanca 'Xwendinên Azadiyê' veguhestina zîhnî ye

  • 09:02 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
 STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Dîdem Nur Acabey, "Xwendinên Azadiyê" yên ku hatin kirin wekî yek ji pêngavên veguhestina  zîhniyetê pênase kir û got, "Dema em têkoşînê berfireh bikin, em ê bigihin guhertin û veguhestina zîhniyetê."
 
Tevgera jinên Kurd ji roja ku derketiye holê heta niha bi rêbazên curbecur ji bo veguhestina zihniyeta ku hedef dike, bi salan têdikoşe. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî,  ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin, bi “Xwendinên Azadiyê” ji bo vê gavan diavêje. Di atolyeyên ku li gelek navçeyên Stenbolê hatin lidarxistin de, beşên pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nirxandinên w hatin xwendin û nîqaş hatin kirin. Aktîvîsta TJA'yê Dîdem Nur Acabey der barê atolyeyên ku li dar xistine de nirxandin kir.
 
 Di atolyeyan de divê mirov çawa bijî?  hat nikqaşkirin
 
Dîdema ku bi bîranîna Dayika Zerge ya li Kobanê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û bû sembola berxwedanê û herî dawî jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir, got ku jinan mîrateya berxwedanê dewer girtine. Dîdemê da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de hemû beşên civakê bi taybet jî jinan li her qadê çalakî li dar xistine û ev tişt got, " Ev ev çalakî jî ji aliyê gel ve bi awayekî erênî hatine pêşwazîkirin. Di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Niha jî weke berdewamiya vê kampanyayê em atolyeyan li dar dixin. Polîtîkaya kûrkirina tecrîdê, şer û dîlgirtina jiyanê heye. Hunermend, teqawît, jin û ciwan di nava serhildanê de ne. Modernîteya kapîtalîst bi polîtîkayên ku li Rojhilata Navîn afirandiye, jiyaneke bohem û bê nirx dide gelan. Ji ber bêewlehî, bêbawerî û bêpêşerojiya ku hewl tê dayîn di nava civakê de bê afirandin, ruhê civakê dîl hatiye girtin. Divê em bi hev re li dijî polîtîkayên tecrîdê yên giştî têbikoşin. Her kesê ku îdia dike ku jiyanê ji nû ve diafirîne û li dijî tariyê têdikoşe, divê bi vê re têbikoşe. Tenê gotina rastiyê têrê nake, divê em ji bo vê xwe bi rêxistin bikin. Divê em li dijî qetlîamên sewalan, HES'an, tunekirina ekolojîk û tunekirina civakî têbikoşin. Ji ber van sedeman em atolyeyan li dar dixin û tê de behsa çawaniya jiyanê tê kirin.  Bi mijara divê morv çaawa bijî? Me dît ku bêyî ku bi hev re li ser çawaniya şer nîqaş bikin astengî li pêşiya pêkanîna wê hene. Ji ber vê yekê girîng ku em bi van nîqaşan fikra jiyana ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê ya birêz Ocalan bixin meriyeê."
 
'Divê zîhniyeta modernîteya demokratîk pêk bê'
 
Dîdemê bal kişand ser girîngiya paradîgmaya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşkêşî gel dike û mijarên ku di atolyeên li dar xistin de got“Modernîteya demokratîk nirxên jiyana komunal e. Di komxebatan de em li ser berxwedana li dijî modernîteya kapîtalîst û çawa em dikarin bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin nîqaş dikin. Em têkiliyên mirovan, têkiliyên kolektîf, têkiliyên komun ên li ser bingeha jiyana hevjiyana azad û nirxên exlaqî-polîtîk nîqaş dikin. Ev nîqaş hêzeke li dijî bêmoralî û bê motîvasyona ku hewl tê dayîn di nava gel de were afirandin e. Qadên modernîteya demokratîk çiqas zêde bibin, polîtîkayên modernîteya kapîtalîst ewqasî dikarin bên pûçkirin. 5 hezar sal in pratîka jiyana dewletê heye.  Ev dewlet bi êrîşên li ser nirxên mirovahiyê yên dîrokê hewl dide xwe weke yekane heqîqetê nîşan bide. Ji ber vê yekê pêwîst e modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst wek zihniyet were çespandin. Dema ku veguhestinek zîhnî nebe, pratîkên me tenê bi berxwedanê re sînordar dimînin. Pir girîng e ku mirov bibêje ez vê jiyanê qebûl nakim, lê ji bo divê ez çawa bijîm têbikoşe. Dema em têkoşînê berfireh bikin, em ê bigihên guhertin û veguhestina zîhniyetê."
 
'Atolyeyên me wê bidomin'
 
Di dawiyê de Dîdem ev tişt anî ziman: “Xwendinên azadiyê xebatek pir bi qîmet e ku mirov vê xebatê bi reseniya jinê bimeşîne. Rêxistinbûna jinê di heman demê de rêxistinbûna jiyanê ye. Em difikra ku ger em bi civakê re biguherin em dikarin veguhestina zihniyetê pêk bînin, ji ber vê yekê divê em qadên jiyana azad û nirxên jiyana komunal bi hev re nîqaş bikin û bi hev re bikin meriyetê. Ji niha û pê ve dê xebatên me yên li ser mijarên cuda li gel Meclîsa Jinan a DBP'ê û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê berdewam bikin."