Nobet qediya wê têkoşîn bidome!

  • 09:03 3 Îlon 2024
  • Rojane

 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Çalakiya nobedê ya ku li Stenbolê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, dest pê kiribû, piştî 76 rojan bi dawî bû, kesên tevlî çalakiyê bûn peyama nobet bi dawî bû, lê têkoşîn wê bidome, dan.
 
İstanbul Emek, Barış ve Demokrasi Güçleri tarafından Colemêrg Belediyesi’ne kayyım atanmasına karşı 8 Haziran'dan bu yana Beyoğlu'nda bulunan Şişhane Meydanı’nda başlayan nöbet 76 gün sonra sona erdi. 7’den 70’e yoğun bir ilgi ile katılım sağlanan eylemde kayyım politikası, savaş, kadın katliamları ve Orta Doğu’da yaşanan tüm krizlere yönelik saldırılara çokça dikkat çekildi. 76 gün boyunca yurttaşların Kürtçe şarkılar, halay, zılgıt, alkış ve sloganlar eşliğinde direnişleri meydanda yankılandı. Nöbetin bitmesine ilişkin değerlendirme yapan kadınlar JINNEWS ile düşüncelerini paylaştı.
 
Çalakiya nobedê ya ku ji 8'ê Hezîranê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin, piştî 76 rojan bi dawî bû. Di çalakiya ku ji 7 salî heta 70 salî eleqeyek mezin dît, qala êrîşên li ser polîtîkaya qeyûmê, şer, qetlîamên jinan û hemû krîzên li Rojhilata Navîn hatin kirin. Berxwedana welatiyan a 76 rojan li qadê deng veda, bi stranên kurdî, govend, lîrandin, çepik û dirûşman çalakî bi dawî bû. Jinan têkildarî mijarê fikrên xwe ji JINNEWS’ê re parve kirin.
 
'Darbeyek li dijî vîna gel e'
 
Mûnevver Yildiz: Nobeda me ya li Qada Şîşhaneyê ji roja ewil ve didome. Ev çalakî ne tenê ji bo polîtîkayên qeyûman bû, çalakiya me wê bidome. Ev darbeyek e ku ne tenê wekî qeyûm, li îradeya gel jî hatiye tayînkirin. Em li dijî vê yekê ne. Dema ku em li dijî vê yekê nerazî nebin, em hemû bêhiqûqiyên ku dê werin qebûl dikin. Em weke civaka Kurd li Tirkiyeyê vê yekê qebûl nakin. Em ji 30 mîlyonî zêdetir kurd in. Divê li daxwazên me bê guhdarkirin. Divê her kes dengê xwe li dijî vê neheqiyê derxe. Her kesê ku dengê xwe dernexe bila bizane ku sibehê wê bê serê wan jî.Ev bi me dest pê dike û bi we diqede. Pêwîst e her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe. Her kesê azadî û hiqûqê dixwaze divê li mafên xwe bigerin û bi me re têbikoşin."
 
'Em ji bo her kesî azadî, wekhevî û aştiyê dixwazin'
 
Fatma Doner: Em ji bo li dijî qeyûman, li dijî bêhiqûqî û neheqiyê li ber xwe bidin û protesto bikin hatine vir. Ger ku îradeya gel di hilbijartinan de were paşguh kirin, gelo ev bêhiqûqî tenê li dijî gelê Kurd e? Dema mijar dibe Kurd her cure bêhiqûqî tê kirin. Em gelê Kurd ê li Tirkiyeyê dijîn û parçeyek ji Tirkiyeyê ne. Bersiva gelê Kurd gelekî girîng e. Çi ji destê me tê divê em bikin. Her kes baş dizane ku pirsgirêka Kurd heye. Çima ew bêdengiyê tercîh dikin? Edalet û hiqûq ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan pêwîst e. Em ji bo her kesî azadî, wekhevî û aştiyê dixwazin. Divê her kes vê yekê baş bizanibe, divê hemû beşên sosyalîst ên çep jî vê baş bizanibin û fêm bikin. Divê em li vir bi hev re li ber xwe bidin.
 
'Divê em rabin ser piyan'
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Mahinur Karakartal: Dema em qeyûm protesto dikin, armanca me ne tenê polîtîkaya qeyûmê ye. Ji bo balê bikşînin ser hemû pirsgirêkên ku pêş dikevin em li vir tên cem hev û çalakiyan li dar dixin. Li Rojhilata Navîn şerek heye, şerekî ku bandorê li hemû herêman dike. Li Tirkiyeyê jî ev polîtîkayên şer dewam dikin. Her roj binçavkirin, zext, girtin, tundî pêk tên. Em li vir hem qeyûman û hem jî hemû nîqaşên şer û qetlîamên jinan protesto dikin. Pêwîst e gelê me zêdetir hestiyar be. Divê her kes karê xwe bike. Divê ti jin, ti welatî li mala xwe rûnenên. Divê em rabin ser piyan, xurt bibin û xwe bi rêxistin bikin. Li dijî êrîşan berxwedan pêwîst e. Ger çalakiyên mezin bên kirin, em dikarin destkeftiyên xwe ji nû ve bi dest bixin."
 
'Têkoşîna me wê bidome!'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Esenelerê Yildiz Eren: Heta em mafên xwe negirin em ê ranewestin. Ruhê me yê berxwedanê didome. Ev bêhiqûqî û neheqî di raya giştî de xwe dide der. Me careke din nîşan da ku em ê bi ti awayî vê qebûl nekin. Têkoşîna me hem li vir hem jî li qadên din wê bidome. Divê demildest şaredariyên ku vîna gel in, li gel vegerînin. Em dixwazin demildest ev neheqî bi dawî bibe. Ev polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne serbixwe ne. Têkoşîna me hem ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê me û hem jî tecrîda li ser hevalên me yên li girtîgehan bidome. Em ê tu carî dev jê bernedin. Têkoşîna me wê li her derê bidome."