Xwişka Nudem Durak: Em bi hesreta dengê wê ne

  • 09:07 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
ŞIRNEX- Xwişka girtiya nexweş Nudem Durak, Aynur Ozar da zanîn ku li girtîgehan li ser girtiyan tecrîdek giran pêk tê û wiha got: “Em dixwazin Nudem bê berdan û ji nû ve ji me re stranan bêje. Em hesreta dengê wê ne.”
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan û zext her diçin zêde dibin û herî zêde jî girtiyên nexweş bi bandor dibin. Yek ji girtiyên nexweş hunermend Nudem Durak a di 2015’an de li Şirnexê hat binçavkirin û girtinê ye. Nudem ku  li girtîgehên Amed û Mêrdînê ma, piştre surgunê girtîgeha Bayburtê kirin. Nudemê nexweşa graves (guatra jehrî) ye. Xwişka wê Aynur Ozar der barê rewşa xwişka xwe de axivî.
 
‘Rojên zehmet dijî’
 
Aynurê balkişand ser nexweşiya Nudemê û da zanîn ku dermankirina wê qels dimîne û wiha pê de çû: “rojekê gotin ceza ji Nudemê re hatiye. Ez matmayî mam. Nudem kesek ku ders dida. Min got ev çi cezaye. Wê demê rewşa malbata min nebaş bû. Nikaribûn piştgirî bidanê. Nikaribûn esntruman bigirtana. Bi gulîska dayika min ji xwe re gîtar girt. Piştre ceza lê hat birîn û hat girtin. Birin girtîgeha Mêrdînê. Em diçÛn hevdîtina wê. Piştre birin girtîgeha Bayburtê. Ji bo zilmê li me bikirin birin wir. Dayika min nexweşe. Ji lingê xwe emelyat bûye. Nikare rêwitiyê bike. Nudem ji ber nexweşiyan rojên zehmet dijî. Em dixwazin Nudem bê berdan. Nexweşiya giran a guatrê pê re heye. Dermanên didinê wê başnakin. Dermankirina wê qels dimîne.”
 
‘Bila bê berdan’
 
Aynurê di berdewamiyê de diyar kir ku zilm li girtiyan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez piştgiriyê didim dayikên li ber girtîgehê tên gel hev. Ji bo zarokên xwe nobetê digirn. Bila dawî li vê îşkenceyê bê. Bila zarokên wan bên berdan. Dayik ji bo vê têkoşînê didomînin. Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Divê ev tecrîd bişkê. Ez bang li hunermendên Tirk, Kurd dikim. Bila piştgiriyê bidin Nudemê. Dengê Nudemê dengekî bi nirxe.  Yên dengê wê bibihîzin wê bixwazin bê berdan.”
 
‘Bernedin jî bila bînin cihekî nêz’
 
Aynurê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji roja birine Bayburtê em nikarin biçin bibînin. Bila Nudem bê berdan. Bila Nudem stranên xwe bêje. Em hesreta dengê wê ne. Ez bang li kesên ku cezayê wê erê kirine dikim. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Nudem birin Bayburtê. Em nikarin biçin û bên. Di her alî de me dide zorê.  Bila Nudemê berdin, bernadin jî bila bînin cihekî nêz.”