Li dijî qetilkirinê bertek: Sedema wê hevkariya Tirkiye-PDK’ê ye

  • 09:05 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH- Jinan bertek nîşanê qetiklirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn da  ku di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de hatin qetilkiri û dan zanîn ku ev êrîş bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê hatiye kirin li dijî vê divê têkoşîn bê dayîn. 
 
Tirkiye êrîşên li hember gelê Kurd li her qadê didomîne û roj bi roj ev girantir dibe. Di 23’ê Tebaxê de di êrîşa Tiriyeyê ya li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ku wesayît rojnameger têdebûn hedef hat girtin, rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Bertekên li dijî komkujiyê her diçin zêde dibin. Jinan êrîş nirxandin.
 
‘Fêdeya şer çiye gelo?’
 
Dayika Aştiyê Nuran Seçkîn pirsa ‘çima şerê ku dimeşîne nabîne’ ji dewletê kir û got: “Ji zirarê wêdetir tu fêdeya şer tune ye.  Ez kesên şer dimeşînin û Kurdan qetil dikin şermezar dikim. Gelo ev şer heta kengê wê bidome? Wê hîna çiqas mirov bimrin?Dewlet behsa Fîlîstîn-Israîlê dike. Lê  çima şerê xwe nabîne? Ez qetilkirina du jinên li Silêmaniyê şermezar dikim.”
 
‘Her kes bêdeng e’
 
Nuranê diyar kir ku di encama şer û pevçûnên tên jiyîn de çûyîna derveyê welat zêde bûye û wiha domand: “Şer Tirkiye xera kiriye. Welatiyên Tirkiyeyê, diçin Amerîka, Almanya û bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Ev şerma mezin a welat e. Li vî welatî şer bi dawî bibin wê her tişt sererast bibe. Em hemû xwişk û bira ne. Em ê pirsgirêkên çareser bikin.”
 
‘Dewlet kesên têdikoşe hedef digire’
 
Fatma Tan jî bi lêv kir ku kesên li ber xwe didin û têdikoşin hedef tên girtin û wiha anî ziman: “Li hember jinên Kurd, siyasetmedaran êrîş pêk tên. Em polîtîka qetilkirinê ya li hember jinên Kurd qebûl nakin.Para PDK’ê di vir de pir zêde ye. Divê pêşî li van êrîşan bê girtin. Tirkiye û PDK dixwaze, jinan ciwanan û Kurdan bitirsîne. Lê yek jinek Kurd jî bimîne wê vê qebûl neke û li ber xwe bide.”
 
Jina bi navê Şîlan Aydin jî ev nêrîn anî ziman: “Gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne. Bi salane pêvajoyeke komkujiyê heye. Komkujî bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê tên meşandin. Em vê qebûl nakin. Em tu carê dest ji têkoşînê bernadin.”
 
‘Sedema komkujiyan Barzanî ye’
 
Dayika Aştiyê Maşallah Kaya jî daxuyakirin ku sedema komkujiyan Barzanî ye û wiha pê de çû: “Hevalên me yên jin qetil kirin. Em komujiyê şermezar dikin. Sedema vê Barzandî ye. Ciwanên xwe qetil dike. Divê Kurd bibin yek. Van komkujiyan nekin. Em dayikên aştiyê aştiyê dixwazin. Bila kes nemire.”