‘Her rewşa li Îmraliyê lezgîn e’

  • 09:04 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk da zanîn ku her rewşa li Îmraliyê lezgîn e û got: “Divê sazî û dezge berpirsiyariya xwe bînin cih. Divê ev rewşa tecrîdê bidawî be û CPT demildest biçe serdanê.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye 42 meh in agahî nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Asrin di  tebaxa 2024’an de ji bo Abdullah Ocalan ji nû ve serî li CPT’ê dan. Di serlêdanê de der barê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de agahî girtin û hat gotin der barê wan de tu pêşketin tune ye.
 
Di serlêdana hat kirin de hat bibîrxistin ku ji 14’ê îlona 2018’an de hevdîtinên malbat û parêzeran bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’  tên qedexekirin.
 
Ji parêzerên buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk der barê mijarê de axivî.
 
‘Divê dawî li tecrîdê bînin’
 
Raziye Ozturk da zanîn ku bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê re hevdîtin nayên kirin û pergaleke ku li tu devera cîhanê tuneye li Îmraliyê tê dîtin. Raziyeyê wiha got: “Rewşa Îmraliyê lezgîn e. Divê sazî û dezgeh berpirsiyariya xwe bînin cih. Divê dawî li tecrîdê bê anîn. Em bi rêk û pêk raporan didin CPT’yê.  Rapora me ya dawî ya dema dawî ye. Me di rapora xwe de daxwaza hevdîtinê kir. CPT dem bi dem tê welat. Ev serdanên periyodîk in. Ligel vê şert pêwist bikin serdan dikarin pêk bên.”
 
Şertên îşkenceyê
 
Raziyeyê bi lêv kir ku divê dawî li vê tecrîdê bê û wiha domand: “Şertên heyî şertên îşkenceyê ne. Ev di tespîtên CPT'yê de jî hene. Divê dawî li vê bê û malbat û parêzer hevdîtinan bikin. Me daxwaza xwe ragihand. Me xwest CPT vê pêk bîne. Bendewariya me ji CPT’yê ev e ku demildest serdan pêk bên.”
 
Nezelalî, negirtina agahiyan!
 
Raziyeyê destnîşan kir ku di rapora nivîsîne de ev daxwaz kirine û di hemû daxuyaniyên CPT’yê de wekê ku li Îmraliyê prosedurek normal pêk tê, tê nîşandan. Raziyeyê ev nirxandin kir: “Lê îfade dikin ku ji ber dewletên alîgir destûrê nadin nikarin aşkera bikin. Li gorî prosedura normal dewletên alîgir erê neke nikare rapor bê weşandin. Lê îstîsna hene. Niha rewşek cidî heye. Nezelaliyek heye. Agahî nayê girtin. Rewş giran e. Rewşek lezgîn heye. Em ji muvekîlê xwe agahiyê nikarin bigirin. Tecrîdek giran heye. Bi taybet jî bi vê gelê Kurd tê tecrîdkirin. Divê hemû sazî û dezgeh berpirsyariya xwe bînin cih. Divê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînek piralî bê meşandin û tecrîda Îmraliyê bê rakirin. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Daxwazek li gorî peymanê ye. Ji bo vê divê em têkoşîna xwe bidomînin.”