Ji Amedê peyama 1’ê îlonê:Ne dema me ya em winda bikin ma ne jî nirx

  • 21:16 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED- Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina 1’ê îlonê ya li Qada Şêx Saîd a Amedê axivî. Polîsan dema ku Çîgdemê rojnamegerên Kurd yên li Silêmaniyê hatin qetilkirin bibîranî, mudxale kir. Çîgdemê wiha bertek nîşanê mudaxaleya polîsan da: “Ciwan, jin û gelê Kurd li ser piyane. Ne dema me ya em winda bikin maye ne jî nirxên me.”
 
 Li Amedê di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş dê bê lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê dê li ber AZC Plaza ya li ber Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê hatin bahev. Ji bilî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçari parlamenterên DEM Partî yên Amedê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, OHD, KESK, ESP, Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên partiyên siyasî û welatî tevli bûn.
 
Girseyê bê navber dirûşmeyên ‘bijî aştî’ berzkirin. Piştre berbi Qada Şêx Saîd ve meşiyan. Dayikên aştiyê di meşê de pankarta ‘aştî û azadî nikare bê astengkirin’ vekirin û seranserê meşê dirûşmeyên ‘Berxwedan jiyane’, ‘Bimre koletî bijî aştî’ berz kirin.
 
Girseya gihişt qada Şêx Seîd li wir govend gerandin.
 
‘Hemû gel aştiyê dixwazin’
 
Hevseroka giştî ya KESK’ê  Ayfer Koçak ewil axivî û da zanîn ku ew ji bo daxwazên aştiyê bilind bikin hatine gel hev û got: “Sala 2023’an bi pevçûnên dijwar derbas bû. Li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê bi hezarna kes qetilk iribû. Jin û zarok ketibûn rê. Li Gazeyê heman dîmen îro hatin jiyîn. Em dizanin ku qedera gelên xizan û bindest wek heve. Hemû gel aştiyê dixwazin.”
 
Ayşe gokkan: Bila 1’ê îlonê bibe hêviya aştî û azadiyê
 
Nameya berdevka demî ya TJA’yê ya girtî Ayşe Gokkan jî ji aliyê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ve hat xwendin. Ayşe Gokkan di nameya xwe de da zanîn ku dayikên aştiyê jiyan bi xweza û berxwedanê heyî kirine û got: “Em li vir xelefên aştiyê ne. Em li dijî şer û tecrîdê ne. Em girtiyên jin yên têdikoşin li hember têkoşîna dayikên aştiyê rêzdarin. Em deydarê we ne û wê laçikên we yên spî li erdê nemîne. Bila 1’ê îolonê pîroz ve. Bila bibe hêviya aştî û azadiyê.”
 
Cigira Serokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî axivî û daxuyakirin ku ew dayikên Tirk jî vexwendiyê têkoşîna hevpar dikin. Beycanê her wiha got wê biserkevin.
 
‘Hûn nikarin gelê Kurd bitirsînin’
 
Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û roj aaştiyê ya cîhanê li gelan pîroz kir. Çîgdemê wiha got: “Ez du rojnamegerên li Silêmaniyê hatin qetilkirin bibîr tînim.  Rojnamegeriya Kurd li he derê nîşanda ku çawa tê nivîsin. Hûn nikarin bi kuştinê Kurdan biqedînin. Hevalên me li ku derê dibin bila bibin wê rastiyê binivîsin.Hûn bi van êrîşan nikarin gelê Kurd bitirsînin.”
 
Bi anonsan gotinên Çîgdemê bê navber hat birîn. Lê Çîgdemê tevî anonsan gotinên xwe berdewam kir û bertek nîşanê astengkirina polîsan da. Çîgdemê wiha got: “Ciwan, jin û gelê Kurd li ser piyane. Ne dema me ya em winda bikin maye ne jî nirxên me. Em li vir behsa nirxên Kurdan dikin hûn hewl didin  têgeha terorê bêdeng bikin. Lê em bêdeng neman û nemînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”