Tulay Hatîmogullari: Ji bo aştiyê divê tecrîd bê bidawîkirin

  • 12:42 1 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo aştiyê divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got," Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd aştî pêk nayê, em di serdemeke ku diêv hemû beşên civakê bi berpirsyarî rabin re derba dibin"  
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li salona dawetê ya Okmeydaniya Stenbolê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatimogullari çalakiya taştê hate lidarxistin.  Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz tev li çalakiyê bûn û pankarta bi dirûşmên “Li dijî şer em aştî û li dijî tecrîdê azadî biqîrînin” û “Em bi israr in ku azadî û  Em ji bo jiyaneke azad wekhev biryardar in” hat daliqandin.  
 
'Bila kes poşman nebe, em ê aştiyê bînin'
 
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan a ku ewil di çalakiyê de axivî got, “Em dayîk her tim aştiyê dixwazin. Heta em bikarin em ê ji bo aştiyê têbikoşin. Ez Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû kesên aştiyê dixwazin pîroz dikim. Şer çiqasî dijwar bibe jî em ê aştiyê bixwazin. Em ê aştiyê bînin van xakan. Rojhilata Navîn di xwînê de maye. Her kes hewl dide bi şer pozîsyona xwe zêde bike. Şaşiyê nekin, em ê aştiyê bînin.  Hemû hukûmetan digotin dê kurdan biqedînin, lê kurd neqediyane û naqedin. Kurd ji bo aştiyê li ser rêya heqîqetê ne."
 
'Tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin, bila aştî were'
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz jî wiha got: “Aştî tiştekî xweş e. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ger tecrîd neyê rakirin, aştî nayê vî welatî. Tecrîda girtîgehan û ya li ser birêz Ocalan rakin, bila aştî were.  Êdî bes e, êdî rondikên dayîkan neman. Heta aştî bê em têkoşînê bidomînin."
 
'Şerê parvekirina sermayeyê ye'
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku wan Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin siya çekan de pêşwazî kiriye, lê têkoşîna gel a aştiyê li dijî şer didome. Tûlay got, “Em di serdemeke taybet re derbas dibin ku li hemû cîhanê şer û pevçûn didomin.  Îro şerên hêzên emperyalîst ên parvekirinê  hatine qonaxeke bi temamî cuda û cîhan ji nû de tê dîzaynkirin.  Hewl didin gelên cîhanê, kedkar û karker berdêla vê bidin. Em behsa gelek qeyranan dikin, lê sedema rastî ya van hemû şeran şerê parvekirina sermayê ye. Bi gotineke din, ji bo dewlemend di asta gerdûnî de dewlemendtir bibin şerek tê kirin."
 
‘Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdistan û Filistînê aştî pêk nayê’
 
Tûlayê bal kişand ser wê yekê ku di sala dawî de di êrîşên li ser Xezzeyê de zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku heta pirsgirêka Kurdistanê û pirsgirêka Filistînê neyê çareserkirin aştî pêk nayê. Tûlay got, “Em diyar dikin ku em çawa li gel hemû gelên bindest li cem gelê Filistînê ne. Ey ??AKP, tu ji raya giştî re derewan dikî û dibêjî qey te bi Îsraîlê re peymanên ticarî pêk neanîne. Pirsgirêka Kurd ev nêzî 45 sal in li vî welatî û li vê erdnîgariyê didome, mixabin têkoşîna birêxistinkirî ya gelê Kurd û daxwazên gelê Kurd ên siyasî û demokratîk bi çek, pevçûn û zimanê gelê Kurd hatiye bersivandin.  Binêrin, li Tirkiyeyê demeke kurt a aştiyê derbas bû. Lê mixabin vê hukûmetê û mejiyê kevneşopî yê dewletê ev derfet ji bo aşitiyê bi kar neanî. Bi rastî di hevdîtinên aştiyê yên kurt de li herêmê qereqol û kelehkol hatin çêkirin. Pîvanek nû ya şer hate organîzekirin. Bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî û pêkanîna plana tepisandina gelê kurd pêvajoya aştiyê bi dawî bû. Erdogan got: 'Me pirsgirêka Kurd xist nava dolabê û cemidand.' Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku pêwîste hemû beşên civakê bi berpirsyarî rabin. 
 
'Divê em têkoşîna herî xurt a aştiyê li dijî şer bi hev re bidin meşandin'
 
 Li vir ez careke din xîtabî hemû gelên Tirkiyeyê, kedkaran dikim ên ku îro bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê em bibin yek.  Em bi biryar in ku pergaleke hem nan û hem jî edalet tê de hebe ava bikin.  Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, em neçarin daxwaza aştiyê bikin li vê herêma ku herêm di nava xwînê de ye, hêsirên êşê diherikin û ax bi rastî bi xwînê tê avdan. Divê em hemû bi hev re têkoşîna herî xurt a aştiyê li dijî şer bimeşînin.
 
Gelê Kurd statuyê dixwaze
 
Têkoşîna gelê Kurd a li Rojava, bi taybetî jî keda jinên li wir, rêxistineke zayendperest, tacîzkar û tecawizkar a mîna DAIŞ’ê ku li ser tirsê hatibû avakirin  hilweşand. Lewma berxwedana Kobanê ji bo me gelekî girîng e. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Ereb û Êzidî yên li herêmê berxwedaneke gelekî bi wate ye. Ji ber vê yekê em careke din ji kesên ku hewl didin vê berxwedana li vî welatî û li Sûriyeyê ceza bikin re dibêjin; Gelê Kurd statuyê dixwaze. Hem li Sûriyê hem jî li Tirkiyê vê statuyê dixwaze. Vekirina rê li ber vê statuyê yek ji xalên herî girîng e ku dê xizmeta aştiya herêmê bike. Ji vir em careke din dibêjin ku em dikarin li vî welatî rê li ber aştiyê vekin. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin û ji bo vê jî divê birêz Ocalan di serî de malbat û parêzer karibin hevdîtinê pê re bînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê rê li ber aştiyê veke."