Dayikên Şemiyê: Em dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin

  • 14:15 31 Tebax 2024
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1014'an de bal kişandin ser 30'ê Tebaxê Roja Windakirinên bi Zorê ya Navneteweyî. Dayikên Şemiyê ku daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin, xwestin kujer bên darizandin.
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 1014'an de ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin û kujer bên darizandin li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin û bal kişandin ser 30'ê Tebaxê Roja Windakirinên Bi Zorê ya Navneteweyî. 
Seroka Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, parêzvanên mafên mirovan û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Xwişka Murat Aslan ê ku di binçavan de hatî windakirin Fatma Aslan metna daxuyaniyê xwend. 
 
Fatma Aslan, bal kişand ser kesên ji 30'ê Tebaxa 2011'an û vir ve di binçavan de hatine windakirin û serpêhatiyên wan, bi bîr xist û diyar kir ku li her derê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Fatma, destnîşan kir ku weke her sal ew daxwaza darizandina berpirsyaran dikin û wiha bi lêv kir: "Di heman demê de 30’ê Tebaxê jî banga xwedîderketina li xizmên windayan e. Ji ber ku li gorî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan, girtina çarenûsa windayan di tariyê de ji bo malbatê îşkence tê dîtin. Me jiyan kir, me şahidî kir, em zanin. Hesab nepirsîn li ser xizmên windayan bi qasî şîdetê bandorek xirab li ser xizmên windayan dike. Di binçavan de windakirin sûcekî hiqûqî ye û temînata ku dê bêceza nemîne, zerara li ser xizmên windayan kêm dike. Ji bo dermankirina birînan hewcedariyek e." 
 
Fatma, diyar kir ku kiryar nehatine cezakirin û wiha got: “Tevî şahid, belge û delîlan jî serlêdanên me yên derbarê windayên me yên ku cenazeyên wan li kêleka rê, goristanên bêkes û bîrên asîdê hatine dîtin wekî 'Îdîayên razber' hatin qeydkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kiryar nehatine darizandin û berovajî ew hatin parastin. Pêvajoyên darazê nehatin destpêkirin û rê li ber eşkerekirina rastiyê girtin."
 
Fatmayê diyar kir ku heta aqûbeta windayan hîn bibin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di parastina mafê edaletê, heqîqetê û mafê civakê de bi israr bin. Em careke din tînin bîra we; Windakirina bi zorê şerma hemû mirovahiyê ye. Ji bo rakirina vê şermê ji ser rûyê cîhanê erka her mirovekî birûmet e.”
 
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê qurnefîl hiştin û gotin "Ji bo Dayikên Şemiyê û hemû mirovên me yên winda." 
 
Piştre jî dawî li çalakiya xwe anîn.