Ji kolanên Wanê: Aştî ne pêkan e!

  • 09:04 31 Tebax 2024
  • Rojane
 
WAN - Berbi 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jinên Wanê axivîn û Peyamên wekê  ‘Aştî ne mijara gotinê ye. Em di hawira şer de ne. Em şer naxwazin. Şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike’ dan.
 
Ji 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re rojek ma û li Tirkiye û Kurdistanê bi dehan salane tevî ku têkoşîn tê dayîn aştî pêk nehatiye. Beşeke mirovan bi hêviya aştiyê dijîn  beşekê jî hêviya xwe winda kiriye. Polîtîkayên desthilatdariyê şer her diçe girantir dike û aştiyê jî di tarîtiyê de dihêle. Hawira şer jî hemû qadên jiyanê veguhertiye kaosê.
 
Jinên Wanê beriya 1’ê îlonê ji ajansa me re axivîn.
 
‘Aştî ne mijara gotinê ye’
 
Jina bi navê Kader da zanîn ku li welat aştî tune ye û aştî aramiya civakê ye. Kaderê wiha got: “Aştî ev e ku mirov di nav aramiyê de bijîn.  Şerê navxweyî heye. Şerê Israîl- Fîlîstînê heye. Aştî ne ne mijara gotinê ye. Aştî ji bo civakê gelek girînge. Li Tirkiyeyê aştî tune ye. Bi vî awayî jî Tirkiye pêş nakeve. Pêşerojek me ya baş tune ye.”
 
‘Em di hawira şer de ne’
 
Rozerîn Demîr jî daxuyakirin ku aştî tê wateya jiyaneke aram jiyaneke ku jin û zarok nayên qetilkirinê û wiha vegot: “Her kes bi dijminahî li hev dinêre. Ji ber vê aştî ne pêkan e. Em jî di hawira şer de ne. Em nikarin fikr û nêrînên xwe bêjin. Em nikarin mafên xwe biparêzin û bêjin ku em Kurd in.”
 
‘Bila şer tune be’
 
Jina bi navê Munnevver Başkurt jî daxuyakirin ku şer ne tiştekî başe û gel beramberê keda xwe nagirin, aştiyê dixwazin. Munevverê wiha anî ziman: “Ji bo aştî pêk bê divê gelê Kurd bi yek be. Em mafên xwe dixwazin. Em şer qebûl nakin. Hemû kesên xwedî wijdan divê şer qebûl nekin. Divê her kes bertek nîşanê şer bidin.”
 
‘Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin’
 
Jina bi navê Sema Kiyag jî bi lêv kir ku divê aştî pêk bê, jin û zarok mirov negirîn û got: “Jin ji ber fikrên xwe di bin zextan de ne. Jin dixwazin jiyanek aram bijîn. Lê li ser jinan şerê herî mezin tê jiyîn. Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin.  Herî zêde jin zirarê dibînin. Divê şer bê rawestandin û aştî pêk bê.”