MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara

  • 16:45 30 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Endamên MKG û DFG çûn serdana gora rojnamevan Gulîstan Tara. Rojnameger Kîbriye Evren axivî û got: "Hewce bike em ê bi xwîna xwe nivîsandina heqîqetê bidomînin." 
 
Cenazeyê Rojnamevan Gulîstan Tara ku di 23’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîtsadiq a Silêmaniyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li hemberî wesayîta rojnamevanên Kurd de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Tîlmîrç a Taxa Elîhê li cem bavê wê hate definkirin. Piştî definkirinê ji bo Gulîstanê, li Salona Dawetê ya Roza ya Taxa Pazaryerî ya Elîhê şîn hate danîn. Serdana şîna ku hat danîn bi girseyî berdewam kir. Piştî dayîna mewlûdê şîn hat bidawîkirin. 
 
Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) çûn serdana gora rojnameger Gulistan Tara. Di serdanê de rojnameger Kîbriye Evren axivî û got: "Tu carî Çapemeniya Azad bêdeng nebû, dê neyê bêdengkirin. Çawa ku berê heqîqet bi xwînê hat nivîsin dê îro jî wisa bê nivîsandin. Em soz dikin şehîdên xwe em ê tu carî ji nivîsandina heqîqetê paşve gav navêjin."