'Jin û rojnameger bi zanebûn hedef tên girtin'

  • 09:06 30 Tebax 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz-Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dan û bal kişandin ser rola PDK’ê ya di van komkujiyan de û diyar kirin ku bi taybetî jin û rojnameger bûne hedef.
 
Bertekên li ser qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadik a Silêmanî li dijî wesayîtekê pêk hat, dewam dikin. Nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, diyar kirin ku bi taybetî jin û rojnameger dibin hedef û gotin ku tê xwestin  pêşiya jin û heqîqetê bê girtin. 
 
'Sedema şer şoreşa Kurd e'
 
Ji Kovara Kaldîraç Sîbel Yaşar, diyar kir ku divê şer weke stratejiyeke aborî-siyasî ya ku sîstema emperyalîst ji bo derbaskirina qeyranên xwe pêk tîne bê destgirtin û destê sazî û dezgehên emperyalîst ên navneteweyî jî di van bûyeran de heye.  Sîbel diyar kir ku sedemên êrîşên li Kurdistanê jî hene û got, “Ya yekemîn şoreşa Kurd e ku bi salan e nikarîn bitemirînin û tune bikin. Şerê li vir bandorê li gelê Anatolyayê jî dike. Ji bilî ku barê şer deynin ser milê gel, dixwazin netewperestiyê jî bi rêxistin bikin û gelan li hev sor bikin."
'Kesên ku êrîşî gelê Anadoluyê kirin heman kes in'
 
Sîbelê da zanîn ku sedema tundiya li hemberî rojnamevanan gelekî zelal e û got, “Rojnamevanî bi rastî pîşeyeke ku bi dirûşma ‘gotin difirin, nivîsandin dimîne’ bê vegotine.  Ji bo ku rê li ber gihîştina heqîqetê bigirin şer dikin. Lê divê gelê Anatolyayê ji bîr neke ku bi gelê Kurdistanê re xuşk û bira ye. Ji ber vê yekê yên li vir êrîşî me kirin û yên li wir êrîşî wan kirin jî heman kes in."
 
'PDK ji qetlîamên Kurdan re rê vedike'
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bayrakliyê Ayşe Silîk diyar kir ku berteka wê bi taybetî li hember PDKê ye û malbata Barzanî ji xwe re gotiye kurd lê êrişî kurdan kirine. Ayşeyê anî ziman ku PDK’ê ji êrîşên li dijî Kurdan re cih vekiriye û got, “Bi taybetî jin dibin hedef. Jinên ku xwe diparêzin, gelê xwe diparêzin, rê li ber qetilkirina wan vedikin. Em van komkujiyan şermezar dikin. Em tiştekî wiha qebûl nakin."
 
'Ew nikarin tehemûlî derketina hilê hat rastiyan bikin'
 
Ayşeyê da zanîn ku erka çapemeniya azad ew e ku ji raya giştî re zilm û zordariya ku hatiye kirin  vebêje û van zextan derxe holê û got, rojnamevanên hatin qetilkirin jî bi erka xwe radibin û hewl didin vê rewşê ji raya giştî re ragihînin. Ayşeyê got, “Tehamula derketina hilê ya rastiyê nakin. Ayşeyê herî dawî diyar kir ku dixwazin rojnamegerên li wê qadê nûçeyan çêkin asteng bikin û got, "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin. "
 
'Dê rojekê her tişt biguhere'
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Anadoluyê ya bi Malbatên Xizmên Windayan re (ANKAYDER) Rahîme Turan ku bi şermezarkirina qetilkirina rojnamevanan dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku rojnamevan hatine qetilkirin ji bo ku rastiyê ji gelê xwe re venebêjin. Rehîme bertek nîşanî PDK’ê da û got, “Divê PD tiştên ku berê hatine serê wan bi bîr bîne û dersekê bigire. Bila bi bîr bîne çi hat serê gelê Kurd. Gelê li wir bi çekên kîmyewî hatin bombekirin û qetilkirin. Ez meraq dikim gelo wî ev ji bîr kiriye? Em gelek xemgîn in û vê êrîşê şermezar dikin. Em tu carî vê rewşê qebûl nakin. Dê rojek were ku her tişt biguhere."
 
'Bi taybetî jin û rojnamevan dibin hedef'
 
Rahîme anî ziman ku aştî hêsan e, lê zehmetir bûye û diyar kir ku ji bo sermaye û berjewendiyan gel tên qetilkirin. Rahîme amaje bi wê yekê kir ku rojnamevan ji ber ku hovîtî û rastî eşkere kirine, bûne hedef û got, “Bi taybetî giraniya xwe didin ser kuştina jin û rojnamevanan. Ev pir zelal e. Her rojnamevanek pirsgirêkên welatê xwe derdixe holê. Ji bo vê jî dixebite. Karê xwe dikirin. Ên ku dilê dayikan êşandin 
bila dilê wan jî bi heman rengî biêşe."